4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan gotina Erdogan a “Salekê muhletê bidin me” bi bîr xist û wiha bersiv da: “Dev ji salekê berde, ev welat tenê rojekê jî tehemûla we nake.” 

Şandeyeke ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û nûnerên pêkhateyan pêk dihat, li Hatayê çûn serdana mexdûrên erdhejê. Şandeyê li Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Îskenderûnê, daxuyanî da.

‘Piştevanî me li ser piyan digire’

Buldanê, serê pêşîn bo malbatên qurbaniyan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfa xwest û wiha got: “Xwedê rehma xwe li hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bike û sebrê bide xizmên wan. Em îro ji bo dermankirina birînan û sivikkirina êşan hatin vê derê. Em li vir dîsa bûn şahid bê ka êş û hilweşîneke çiqas mezin heye. Erê rast e êşeke giran, wêraniyeke mezin heye lê li hêla din jî piştevaniyeke xurt heye. Ya ku me li ser piyan digire jî ev piştevaniye ye.

Divê zirarê nedin cenazeyan

Di serî de li Hatayê, li hemû deveran gelek kêmasî hene. Em dibînin ku dema xelk li ser kavilan li benda derxistina cenazeyên xizmên xwe disekinin, li hêla din ji ber sermayê dicemidin û gelek mexdûriyetên din dijîn. Gelek kon kêm in, xelk nikare xwe germ bike û xelk li hawarê ye. Pêdivî bi konan heye, hewcehî cihê mayînê heye. Divê cenazeyên di bin kavilan de bên derxistin. Ev bajarên ku di rojên ewil de tu mudaxale lê nehat kirin, tu makîneyên kar lê tune bûn, îro bi makîneyên kar tije bûne daku kavil bên rakirin. Hawara xizmên kesên di bin kavilan de ew e ku cenaze tavilê bên derxistin. Divê di dema rakirina kavilan de ziyanê nedin cenazeyan û li gorî wecîbeyên olî bên definkirin.”

Îktidar bo rakirina kavilan seferber bûye

Yên ku roja pêşîn li holê xuya nedikirin, îro ji bo rakirina kavilan seferber bûne. Niha li cihê mexdûrên erdhejê û li ser kavilan makîneyên kar bi kar tînin. Her yek ji van kavilan delîleke û ji hêla hiqûqî ve divê beriya lêkolînê neyên rakirin. Ev sûcekî pir mezin e. Heta ku ev lêkolîn neyên kirin, divê ev kavil neyên rakirin.

Wê hesab bidin

Ên ku berpirsyariya wan heye, yên ku weke tu berpirsyariya wan tune be tevdigerin, bila baş bizanin ku hûn ê hesab bidin. Bi hezaran mirovên me di bin kavilan de man û hûn dê hesabê vê bidin. Dê gel hesab ji we bixwaze. Ji ber efûya îmarê dê ji we hesab were pirsîn. Hêj kesên di bin kavilan de nehatin derxistin kavil rakirin û ji ber vê dê ji we hesab were pirsîn. We bacên erdhejê yên 20 salan anku 40 milyar dolar ji bo kar û barên cuda hatin pûçkirin û dê hesaba vê ji we were pirsîn. Di rewşeke wiha de serokkomar dibêje; ‘salekê muhletê bidin min.’ Em li vir bangî serokkomar dikin; ev welat, ev gel, ev xak û vê erdnîgarî êdî dev ji salekê berde yek rojê jî tehemûla we nake. Dê tu kes weke xelatekê dê salekê muhletê nede we. Hûn ê biçin. Ev gel dê ji we hesab bipirse û hûn dê hesab bidin û wisa biçin.

AKP’ê dema xwe tije kir

Yek ji gavên ewil a xilasiya ji van erdhej û karesatan, têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye. Hemû kes di ferqa van êşên we bi gel daye kişandin û zilma we heye. Gelên Tirkiyeyê dê bi vê zanebûnê jî AKP’ê êdî ji qada siyasetê tune bike.  Êdî dema wê hatiye ku em ji bo tunekirina AKP’ê ya ji qada siyasetê bikevin nava tevgerê. Têkoşîn, xwebirêxistinkirin û piştevanî girîng e. Em di ferqa van tevan de ne û ya ku me li ser piyan digire jî ev e. Lê gava pêşîn a ku divê em biavêjin; têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye.”

Serdanên şandeyê yên li bajar berdewam in.