8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li sê navendan HDP’î binçav kirin

Zext û operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî HDP’ê hefteya borî jî berdewam kirin. Di nav hefteyê de bi daxwaza rakirina destnedana wan der barê 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatina amadekirin û ji serokatiya meclisê re hatin şandin. Hemû fezlekeyên ku hatine amadekirin der barê axaftin û xebatên siyasî yên parlamenteran de ne.

Ji bilî van fezlekeyan Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn de lêpirsîn da destpêkirin. Roja çarşemê dema ku Remziye Tosûn çûbû avahiya partiya xwe, kesên ku li ber HDP’ê bi mehan e çalakî li dar dixin, bi sorkirina polîsan êrîşê wê kirin û heqaret lê kirin. Ev lêpirsîn ji ber ku Tosûn bertek nîşanî wan da, der barê wê de hat destpêkirin.

Amed û Yenîşehîr

Pişt re roja pênçşemê Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara lêgerîna navenda HDP’ê ya Amedê û HDP’a navçeya Yenîşehîrê derxist. Li ser vê biryarê polîsan bi ser her du navendan de jî girt û bi saetan li wan lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînan de polîsan destiyê firçeyan, qovên çopê û pankart jî di nav de gelek amûrên li avahiyên HDP’ê desteser kirin û bi xwe re birin.

Her wiha piştî bidawîbûna lêgerînan polîsan Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Kasim Kaya û Remziye Sizici binçav kirin. Piştî binçavkirinan, parlamenterên HDP’ê li ber avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê û bertek nîşanî operasyona li dijî partiya xwe dan.

Mûş û Gurgum

Dîsa di nav hefteyê de li Mûş û Gurgumê jî li dijî HDP’iyan operasyonên binçavkirinê hatin lidarxistin. Li navçeya Melezgirê ya Mûşê polîsan bi ser malan de girt û namzetê Hevşaredariya Melezgirê Erdal Çakar jî di nav de 5 kes binçav kirin. Li navçeyên Nûrheq, Avşîn û Celayê yên Gurgumê jî polîsan bi ser malan de girt û endam û rêveberên HDP û ÎHD’ê jî di nav de 21 kes binçav kirin. AMED