4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Serhedê bûroyên hilbijartinê bi coş tên vekirin

Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Wanê Elbak, Şax, Seray û Qelqeliyê bi kelecan û coşeke mezin bûroyên hilbijartinê vekirin

Partiya Çep a Kesk li navçeyên Elbak, Şax, Seray û Qelqeliyê bûroyên hilbijartinê vekir. Bûroya hilbijartinê ya li Elbakê bi tevlibûna gelek kesan hate vekirin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Veysî Dîlekçî, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Şengûl Polat, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  DBP, bernamzetên parlamenteriyê û gelek kes tev li bernameya vekirina bûroyê bûn.

Hevseroka DBP’ê Wanê Şengul Polat di vekirina bûroyê de axivî û got ku di serdemeke dîrokî de ne û ji bo hesappirsînê dê biçin ser sindoqan. Polat, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo ku hesaba gundên me yên di salên 90’î de hatine şewitandin bipirsin, ji bo hesaba kuştinên kiryarnediyar bipirsin û ji bo hesabê ji êrişên li dijî destkeftiyên kurdan bipirsin, em ê biçin ser sindoqan. Em ê 14 Gulanê ji bo her tiştî bikin deriyê çareseriyê. Têkbirina tecrîda giran a li ser gelê kurd dê bi serkeftina Partiya Çep a Kesk bibe. Gelê kurd geleke berxwedêr e. Em ê faşîstan li ser sindoqan têk bibin. Serkeftin dê ya me be, serkeftin dê ya berxwedêran be.”

‘Gelê Elbakê dê îradeya xwe nîşan bide’

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Veysî Dîlekçî jî da zanîn ku ji bo têkçûna ferasetên antîdemokratîk hewceye her kes biçe ser sindoqan û wiha pê de çû: “Partiya Çep a Kesk hêviya gelan e. Pêşeroja kedkaran e. Partiya Çep a Kesk ji bo heq û hiqûqê jî gelek girîng e. Em ê li dijî vê faşîzmê biçin ser sindoqan. Dê her kes di 14’yê Gulanê de îradeya gelê Elbakê bibîne.”

‘Di 14’ê Gulanê de dersekê bidin’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin jî di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û ev tişt anî ziman: “Me tu caran li hemberî zilm û zordariyê serê xwe netewand. Em dikenin ji me ditirsin, em digirîn ji me ditirsin, em diaxivin ji me ditirsin. Desthilatdar polîtîkayên şer berdewam dike. Ji bilî şer û diziyê tu tiştek bi dest nexistin. Em ê di 14’ê Gulanê de dersekî wisa bidin ku tu carî ji bîr nekin.”

Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê

Bûroya hilbijartinê ya li navçeya Şaxê jî bi coşeke mezin hate vekirin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun diyar kir ku ew bi biryardariyeke mezin li benda 14’ê Gulanê ne. Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay jî di vekirina bûroyê de wiha got: “Divê di 14’ê Gulanê de em bi îradeya xwe xwedî li sindoqan derkevin û desthilatdariya AKP’ê di bin sindoqan de bihêlin.” Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê bi çepik û tililiyan hate vekirin.

Li  Seray û Qelqeliyê bûro hatin vekirin  

Li navçeyên Seray û Qelqeliyê jî bûroyên hilbijartinê hatin vekirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Uzunay li dijî polîtîkayên şer û wêraniyê banga çûyîna ser sindoqan li her kesî kir û ev tişt anî ziman: “Êdî tiştekî ku ev bikarin bidin gel nema ye. Ji bo guherandina vê pergalê divê gelê me biçe ser sindoqan û xwedî li partiya me derkeve.”

Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî wiha got: “Hilbijartinên 14’êw Gulanê dîrokî ne. Weke gelê kurd me têkoşîneke pir dijwar û bedelên giran dan. Zilma li ser serê me hêjta bi dawî nebûye. Ji bo bidawîkirina vê zilmê, li pêşiya me firsendên mezin hene û divê em pir baş bi kar bînin.”