4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekgirtina (standardiya) zimên

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ji ber ku ez xwendekar, mamoste, xwîner û nivîskarekî vî zimanî me û dixwazim vî zimanî baş hîn bibim û hîn bikim; wekî her mirova/ê kurd, mafê min heye ku der barê ziman û standardîzasyona zimên de fikir û boçûnên xwe derbirînim

Bi gelemperî, prosesa standardkirinê hewl dide ku rastnivîsîna zaravayî bi prestîj, bi hedar û îstîqrar bike; bi kar û wateyên wê yên taybetî (semantîkî) bi rêziman û ferhenga gelêrî (ya giştî ) an jî fermî de tê kodkirin û pejirandina şîfreyan bi awayekî hevgîrtî û xwerû rast bike.

Zimanê yekgirtî/hevgîrtî (standart) tê wateya zimanê ku di nameyên fermî, perwerdehî, qanûn û çapemenî û weşanê de tê bikaranîn. Qada zimanê yekgirtî ku wek zimanê standard jî tê pênasekirin, pir berfireh e. Zimanê standard ew ji çîn û tebeqeyên civakî û şopên herêmî (devok, şêwe, jargon û argoyan) dûr e. Taybetmendiya herî girîng a zimanê standard ew e ku xwediyê sînorekî berfireh e.

 Zimanê standard çi ye, taybetmendiyên wî çi ne?

Taybetiya herî berçav a zimanê standard ew e ku pênaseya rastnivîsîn û bilêvkirinê li hev derdikeve. Anko rebaza yekgirtina zîmanekî (yan jî zaravayekî) ya bingehîn ew e ku; wekî ku çawa tê nivisandin wisa tê xwendin û bilêvkirin û wekî ku çawa tê xwendin û bilêvkirin jî wisa tê nivîsandin.

Zimanê yekgirtî (zimanê standart): Rêzikên wê di ferheng û rênivîsên rastnivîsê de hatine diyarkirin; di perwerdehî, hiqûq, medya û peyamên fermî de tê bikaranîn, cureyekî ziman e ku xwedî kar û barên berfireh e, çînên civakî û şopên herêmî li xwe nagirin.

Ziman ji;

1 . Zarava(diyalekt)

  1. Zeraba (şêwe)
  2. Devok
  3. Çepel (argo)
  4. Jargon
  5. Zimanê Standart (yekgirtî) pêk tê.

Zimannasî karê kesên ku bi giştî bi zanîna zimên mijûl dibin, li ser ziman serê xwe diêşînîn e ku bi pêkhatin, pêşketin û belavbûna zimanên li ser rûyê erdê û têkiliyên di navbera wan de ji aliyê deng, form, wate û hevoksaziyê ve vedikole. Ji bo wê; kesên ku li gorî daneyên zimannasiyê tevnegerin, nikarin pirsgirêkên ziman çareser bikin.

Dixwazim di serî de bibêjim ku ez bixwe ne zimanzan/zimannas, ne vekolîner û ne jî dahûrînerê zimanê kurdî (yan jî zaravayê kurmancî) me. Bi qasî ku ez ji dayika xwe kurdî (kurmancî) fêr bûme, zimanê xwe dizanim û nêzîkî sî salan e şagirtekî zimanê kurdî me; kêm zêde bi zimanê xwe dixwînim û dinivîsim. Wekî tê zanîn; berî her tiştî pêdiviya zimannasiyê bi rêbazên zansitî, dahûrandinên dîrokî, lêkolînên zimanî û her wiha bi delîl û dokumentên nivîskî yên zimanekî heye.

Dibe ku gelek kes vê pirsê ji min bikin û bibêjin: “Tu ne zimannasî tu çima der barê ziman de diaxivî yan dinivîsî?” Rast e; ez ne zimannas im û tu angaşteke min a ku ez ji nû ve ji hêla ontolojîk (hebûnnasiyê), etîmolojîk (koknasiyê) û morfolojîk (lêzimiya bastûriyê) ve pênase bikim û biedîlînm, nîn e. Belê ji ber ku ez xwendekar, mamoste, xwîner û nivîskarekî vî zimanî me û dixwazim vî zimanî baş hîn bibim û hîn bikim; wekî her mirova/ê kurd, mafê min heye ku der barê ziman û standardîzasyona zimên de fikir û boçûnên xwe derbirînim.

Bê guman ji bo ku zimanek rast û durist bibe û hê baştir were bikaranîn û her wiha ji hêla hemû mirovên civakê ve were famkirin pêdivî bi yekgirtineke/hevgirtinke (standardiyeke) zimanî heye. Yekgirtina ziman, hem di têkiliyên rojane de ragihandin û danûstendina navbera mirovên wê civakê hêsantir û hem jî veguhastina ziman a ji bo nivşên bê teqeztir û misogertir dike. Ji ramanwerê navdar Konfuçyûs dipirsin û dibêjin: “Heke hûn ji bo rêveberiya welatekî bihatana ser kar, dê karê we yê sereke çi bûya? Konfuçyûs bersiva wan bi vî awayî dide (dibêje): “Heke ez bibûma rêveberê welatekî, min ê bi sererastkirina/edilandina zimên dest bi kar bikira. Lewre ziman xira bibe, dê bêje (peyv) nikaribin ramanê baş vebêjin. Heke raman baş neyê vegotin, dê hiqûq xira bibe, heke hiqûq xira bibe, dê tevlihevî derkeve û tu kar baş neyê kirin.”

Ji mêj ve ye em dibihîsin ku der barê rêziman û rastnivîsa kurmancî de hin nîqaş têne kirin û ev nîqaş çi qas tê jî gurtir dibin. Bê guman rastî û şaşiya peyvan tiştekî din, standardkirina ziman û livehderketina zimanê nivîskî û bilêvkirina zimanê devkî tiştekî din e. Kîjan rêbaz rast û kîjan şaş e ew jî mijara nîqaşeke din e. Ev nîqaş di navbera kesên pispor de tê kirin û dê bê kirin jî. Rastî jî hergav ne wekî formuleyên bîrkariyê (matematîkê) misoger in. Têgihên sosyolojîk û rêbazên zanistî guherbar in û li gorî kes û aliyan diguherin. Wekî ku Montaineyê fransî jî dibêje: “Tu şaşî nîn in ku heman gavê bi min wekî rastiyê û tu rastî jî nîn in ku heman gavê bi min wekî şaşiyê neyên dîtin.” Yanî rastî her gav ne tiştekî teqez, mîsgorî û westar e: guherbar e.

Pirtûka Rêzimanî ya ku vê dawîyê bi rêbazeke nû hatiye nivîsandin li ber destê min e. Bi pêşniyara hin hevalan min ev pirtûk û pirtûkên rêzimanî (Rêzimana Kurmancî) yên berê dan ber hev û li gorî wê şaşiyên rastivîsê li gorî qaydeyên rastnîvîsa heyî edilandin/sererastkirin. Di navbera rêziman û rastnivîsa berê û ya ku niha li ber destê min e gelek cudatî hene. Heke em rêbaza nû ya rastivîsê şaş û ya berê rast qebûl bikin, bi sedan şaşî hene û me bin wan şaşiyan xêz kiriye. Heke wisa bidome dê tevlihevî derkeve û em ê der barê rêziman û rastnivîsê de tu carî zelal nebin.

Bê guman li vir mexseda min ne rastî yan jî şaşiya rastnivîsê ye. Belê bêzariya min ji ber angaşteke ji nişka ve ya bêwext û bêfeyde ya xwe li ser her kesê/î û her aliyî dide ferzkirin e. Heta îro der barê rêbaza ku bi dehan salan hatiye bikaranîn de deng ji tu kesî dernediket. Û tu kes ji me jî nebûbû şahidê rêbazeke wisa ya ji nedît ve. Çi hewce pê hebû/heye ku em rêbazeke nû ku haya kesî jê nîn e û gelek zimanzan (Mîr Celadet Bedirxan jî di nav de) ev rêbaz bi kar anîne û gel jî bi gelemperî hînî vê rêbazê bûye, serûbin bikin û ji nû ve tiştekî din ava bikin?

Wekî ku min pêşî jî got; ez ne zimanzan im belê naçîzane wekî perwerdekarekî li meseleyê dinihêrim ku; hem ev rêbaza berê bi tevayî rûniştiye û hem jî waneyên rêziman û amûrên perwerdehiyê hemû bi vê rêbazê hatine çapkirin û bikaranîn. Ji hêla pedagojîk ve jî ne tiştekî rast û durist e. Berî her tiştî, mejiyê xwendekaran tev li hev dike; hemû kesên bi xwendin û nivîsandinê mijûl dibin, dixe nav fikaran. Mamosteyên ku heta niha li gorî qaydeyên rêzimana ku heta niha hatiye bikaranîn waneyê didin xwendekarên xwe li gorî vê rêbazê perwerde kirine, dê bitengijin. Nivîskarên ku heta niha pirtûkên xwe li gorî vê rêbazê dane çapkirin, dê neçar bibînin ku der barê vê rêbazê de xwînerên xwe ji nû ve îqna bikin. Çapxaneyên ku heta niha bi vê rêbazê pirtûkên xwe çapkirine, yan tune bikin an jî divê wan pirtûkan hemû ji nû ve çap bikin. Gelek neyiniyên din jî hene; ji ber ku di vê nivîsê de hilnayên, ne hewce ye ku em dirêj bikin.

Bi qasî ku ez dizanim û dibihîsim, mêjera zimannas, lêkolîner, dahûrîner, û perwerdekar û mamosteyên zimên ên ku li hemberî vê rêbazê derdikevin zêde ye. Ez jî wekî mamoste, nivîskar û kesekî ku bi karê redaksiyonê (sererastkirinê) mijûl dibe, vê rêbaza nû di cî de nabînim û dibêjim ne hewce ye ku em rabin ji nû ve rêziman û rastnivîseke din a ku haya kesî jê nîn e bi kar bînin.

Ne hewce ye ku ez behsa kan, bingeh, dîrok û mêjûya zimanê kurdî û zaravayên wî bikim. Ew karê zimanzan û dîroknasan e. Ez zimanê devkî ji dayika xwe hîn bûme. Cara pêşîn di sala 1992’an de bi Kovara Rewşenê û Rojnameya Welat (an jî Welatê Me) nasdarî zimanê nivîskî bûme. Her du weşan di warê zimanê nivîskî de hem bûn dibistana (zanînegeha) zimanê min û hem jî bûn sedema nivîskariya min. Peyre gelek weşanên (rojname û kovarên) din derketin: Rewşen, Jiyana Rewşen, Zend, Nûbihar, Kevan, Gulistan, Vesta, W…û hwd û îro jî Xwebûn û Destar… hemû bi vê rêbaza heyî (ku hê didome) hatine /tên nivîsandin. Ji wê rojê û heta îro, di navbera rêzimanî, rastnivîsî û xalbendiyê de tu dubendî/nakokî û cudatî tune bûn. Zêdeyî sî salan e ku; ji perwerdehiya ziman bigirin heta perwerdehiya bi ziman; ji helbest û nivîsarên wêjeyî bigirin heta pewrewerdehiya muzîk, şano, çand û hunerê, ji nivîsarên ramanî bigirin heta nivîsar û diyalogên polîtîk û ramyarî; ji keval/tablo û lewheyên ser deriyên dibistan, sazî û mezrîngeyên çandî, hunerî û wêjeyî bigirin heta waneyên kursên zimên û hwd. hemû bi heman rêbazê dihatin (û hê jî bi vî awayî tên) nivîsandin. Axaftin jî li gorî vê rêbazê pêk hatiye û ediliye. Çendî ku hin şaş û kêmanî hebin jî –bê guman divê şaşî teqez werin sererastkirin û kêmanî jî temem bibin- zimanekî yekgirtî û hevpar ji xwe ber pêk hatiye. Bi sedan pirtûk li gorî vê rêbazê hatine çapkirin.

Îcar ev rêbaz çi ye yan jî kîjan e?

Ew rêbaza ku tîpa “ê” û “î”ya berî tîpa “y” ê (tîpa kelijandinê) ku li “i”yê dadegeriya. Carekê me di hemû dersên rêziman de û bilêvkirina peyvan de dît ku dengê “î”yê (î ya kurdî) car û nîvekê ji “i “ya tirkî dirêjtir e. Ango gava ku em dibêjin ‘jiyan’ em xwe nazorînin û xwe bi dengê “i” yê ve dalenaqînin. Gava ku em dibêjin “jîyan” em neçar in û ku wê “î” dirêj bikin û xwe bidin zorandin. Heçku ziman her gav bilêvkirinê hêsantir dike. Her wiha gava ku em dibêjin “dêya min” em neçar in ku wê “ê” yê jî wekî “î” dirêj bikin. Lê belê gava ku em dibêjin diya min “diya min” peyv bi hêsanî tê bilêvkirin. Pêdivî nîn e ku em niha gelek mînakên din bidin. Ev rêbaz bi awayeki lokal ji hêla çend kesan ve were bikaranin jî ne gelemperî ye.

Wekî din jî gelek peyv û qertafên ku heta îro di nivîsandinê de û hin jê jî di nava gel de û li tu derê nehatine bikaranîn di rêbaza nû de tên bikaranîn..Wekî mînak; axiftin (axaftin), wata (wate), dihê (tê), binyad (binyat), kîte (kite), pirkît (pirkite), gire, (qertaf), ra (re), da (de), cihderk (jêderk), dengnedêr (dengdar), cihnav (cînavk), yekhejmar (yekjimar), pirhejmar (pirjimar), bihnkirin (bêhnkirin), bihîztin (bihîstin), pêhisîn (pêhesîn), wele (weleh) nêrîn (nihêrîn)… û gelek peyv û têgihên din.

Heke ev nîqaş bidome; şaşî yan jî rastiya rêbaza nû li aliyekî, dê keda ku bi dehan sal hatiye dayîn û serûbinkirina rêbaza ku baş hatiye hînkirin û rûnandin jî bi avê de biçe.

Teqez nîqaş, her gav mirovan ber bi rastiyê ve dike. Û rastî ne malê tu kesî yê arizî ye. Her kes dikare rastiya xwe derpêş bike. Pîvana rastiyê ne piranî ye jî. Pîvana rastiyê formulasyonên zanistî, ceribîn û çespandinên şênber û berbiçav in. Berî wê, divê mirov di feyde û xisara nîqaşên der barê rastiyê de jî bifikire û dem, awa û cihê ku lê tê kirin baş hilbijêre. Ji bo wê; îro ro derpêşkirina rêbazeke nû ya ku wekî vebijarka rêbaza ku rastiya wê bi dehan sal hatiye çespandin, pejirandin û li her derê hatiye/tê bikaranîn, bi ya min xirakirin e, ne çêkirin e. Lewre tê wê wateyê ku ew pirtûk û nivîsarên ku heta niha hatine nivîsandin, şaş in û divê ji nû ve bên nivîsandin û çapkirin. Divê waneyên rêzmanî û rêbera rastnivîseke yekgirtî ji nû ve were amadekirin; pirtûkên waneyên rêzimanî, perwerdehî û hîndekariya zimên ji nû ve bên sererastkirin. Ev jî sî çil salên din dixwaze ku îro ne pêdiviyeke lezgîn û bingehîn e.

Bi ya min; divê em ji nû ve avê tev li xwarina ku pijiyaye/keliyaye nekin û rêbaza ku îro tê bikaranîn xira nekin: Divê em vê rêbaza standartbûyî ya ku li her derê hatiye pejirandin û tê bikaranîn, bi kar bînin.