5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sifreya heft şîn

Di nivîsên berê de me çend kod, mijar û sembolan derbêj û dernivîs kiribû. Vê carê mijara me Sifreya 7 şîn e ku koka wê vedigere bîrûbaweriya Mîtrayî û baweriya Sumeriyan.

Mijara 7 şîn yek ji mijara herî şêlû ye di navbera kurd û farsan de ye. Rewşa civakî, erdnîgarî û dîrokiya kurd li hemberî rastiya kurd bûye astengiyeke mezin. Dagirkerên Kurdistanê tenê ne axa Kurdistanê dagir kirine di heman demê de talankar, dizek, wêrankar û jêrjorkarên çand, bawerî, dîrok, hûner, mûzîk, mîtolojî, ziman û hemû nirxên neteweyî yên kurdî bûne jî. Mirovên kurd qasî ku mijûlê jiyanên rojane bûne, ew qas mijûlê kesînê (lê xwedî derneketine) nebûne. Farsan çiyê kurdan hebûye û heye, hemû talan û tajan kiriye û ji hûrtirîn ta gûrtirîn nirxên kurdî, biriye ser navê xwe û li gorî xwe ew teorize, analîz û organize kiriye. Di nivîsên berê de me çend kod, mijar û sembolan derbêj û dernivîs kiribû. Vê carê mijara me Sifreya 7 şîn e ku koka wê vedigere bîrûbaweriya Mîtrayî û baweriya Sumeriyan.

Şîn û ramanê wê

Berî ku em dest bi mijarê bikin, giring e em raman, wate û kûrahiya şînê fêm bikin. Her wiha em berê xwe bidin felsefe, bawerî û rêbaza mîtrayî daku mijar zelal û delal bê fêmkirin. Şîn di kurdî de di gelek wate û ramanan de tê bikaranîn. Ez vê nivîsê weke derfetekê dibînim ku di warê wateyî û heta etîmolojiyê de jî zend û rave bikim, ka gelo kurd peyva şînê ji çi re dibêje û bi kar tîne. Peyva şînê di kurdî de di van pênc xalan de şênber û roldar e:

 1-Di wateya hebûnzanayî şîn

Reha vê mijarê vedigere dema sumerî û heta misiriyên kevin jî. Lê di şaxa xûrî-hûriyan de weke belgeyên şênber bi taybet di çavên peykerên şîn de zêdetir derdikeve pêş me. Çavên xwedawend, zana û mezinên wan bi rengê şîn hatine nexş kirin. Şop û bala xwedawend yan jî zana û mezinan şan dide li ser civakê û akarên mirovî yên başî û nebaşiyê de. Di baweriya kurdan de xwedawenda mirin û jînê anku xwedawenda vejînê çavşîn bûye. Her wiha çand, wate û ramanê dû re bi hin guhertin di terz û wateyên wê de ket civakên derdor û bi taybetî olên îsayî, musayî û îslamî de bi terz û ramana çavên nezerê û parastin ji bed û xerabiyê. Helbet di kurdî de û bi taybetî di soranî de weke ‘Çawezar’1 tê gotin. Di înglîzî de ‘Çavê Şeytan’, di erebî de ‘Çavê Hesûd, Nezerê Hesûd’, di çanda ewropî de ‘Çavê Xirab’ û di farsî de wek ‘Çavê gemar’ tê gotin.

Heman nezer û ehrîmeniyê di zexrefe, nexş û nîgarên kevir an jî alaveke din ku çaveke şîn e û şîneke avî û dûre rengê spî û a navîn jî rengê reş e ku her çar reng û paj in û sembolên her çar hêm in. Xelkî wê çavê şîn didin ser dîwar, xanî, dar û kincên zarokan daku ji her nebaşiyê bê parastin. Lê giring e em kok û ramana wê ya bingehîn bizanin û fêm bikin ku ew mijar xwedî dîrokeke kûr û hûr û dûr e.

2. Di wateya jîn û heşînê de şîn

Ez bawer dikim ku peyvên şîn û jîn di kok de heman peyv bin û ji koka zî ya sumerî ku di kurdiya nû de  bûye jî. Lêkera jîn û weke nav jiyan ku di dewsa temen yan jî emir de jî te gotin, ji koka jî’yê tê. Di baweriya mîtrayî de her çav hêmên hebûnî anku ‘as, ar, ax, av’ ê di darê de şênber anku şênberza û xweza dibin. Di baweriya mîtrayî û her sê şaxên wê yên yarsanî, zerdeştî û êzîdî de mijara darê û şînbûnê dîsan rola wê berçav e. Di mîtrayî û her sê dînên paşîn de jî jê re dibêjin ‘dara Jiyanê’. Di mîtrayî de dara jiyanê şênberzaya her çar hêm û elementên bingehîn e ku ji axê şîn dibe, bi hewayî şîn dibe, bi avê şîn dibe û bi agirê disoje anku her çar hêm di xwe de şênber û raman dike û di giyan2 û jiyanê de xwe dide şan dan.

Ji aliyeke dî raman û kûrahiya wateya darê di felsefe û baweriya mîtrayî de di ramana “qûrbanî kirinê” de balkêş e û em dibînin, bi taybet di cejn û şeva mîtrayî anku Yeldayê de ku cejn û şeva jidayikbûn û vejînê ye. Di wir de qûrbanî kirin çandina darê ye bi taybetî dara kaj û berûyê ku dû re ew mijar ketiye dewrana Sumeriyan de bi taybetî di dastana “Gelgamêş”ê ji wê darê re “Sarîd”ê tê gotin û de babîliyan, asuriyan, xiristiyan û gelek dewran, netewe û memleketên din de jî. Çandina darê û qûrbanîkirina darê weke dara hebûnê û şênberzaya her çar hêman anku dara jiyanê di cejn û şeva Mîtrayê anku Yeldayê de, di sersala xiristiyaniyan de tê pêşberê me ku dara kajê bi rengên cur bi cur dixemlînin û weke dara vejîn û jiyanê de didin şan.

3.Di wateya mezinîbûnê de şîn

Di zarevaya soranî de peyva şîn di wateya mezinahiyê de tê bikaranîn. Ji bo tiştekî pîv û hedê xwe mezintire re peyvên weke şînemirov, şîneçiya, şînedar, şîneberd yd.. tê bikaranîn.

 4.Di wateya donadonê de şîn

Di zimanê kurdî-pehlewî de jî wate û peyva şînê her şîn e. Helbet hin caran jî wek şîwenê jî hatiye gotin. Lê berî ku em werin ser wateya wê, giring û pêwîst e em raman û kûrahiya wê di bawerî û çanda kurdî de bibînin. Di felsefe û baweriya mîtrayî de donadon heye anku mirov dema dimire, ruhê wê ji laşî derdikeve û diçe laşeke nû. Heman bawerî niha di dînê yarsanî3 de maye. Bawerî û felsefeya mîtrayî ji Zagros û Kurdistanê digihîje Hîndistan, Çîn û Japonyayê. Li wir Veda û Bûda diafirîne. Bûda li ser felsefe û baweriya mîtrayî xwe ava dike. Mijara donadonê jî di wateya xwe de di baweriya Bûda tê bicihkirin. Divê  em hûr û baş fêm bikin ku felsefe, bawerî û dînê mîtrayî li ser zagona vejînê ava bûye. Ev hemû vedigerin ser zî yê û jîn, jiyan, giyan û vejînê di donadonê de. Heman felsefe û baweriya donadonê di dînê êzîdî de jî weke kiras veguhertin yan jî kinc veguhertinê derdikeve pêş me. Di vir de em digihîjin mijara xwe ku ew jî dema kesek weke laş dimire, kes û nas şînê bo wê/wî dikin, ew şîna donadonê ye û şîna vejînê ye. Ji bo zêdetir şênberkirina vê mijarê em dibînin heta îro jî bi taybet di zarê soranî de ji çandina darê û binaxkirina mirî ye jî, lêkera naştin, nêjînê tê bikaranîn. Weke dibêje: wê darê binêje, wî/wê miriyê binêje yan jî me dara xwe naşt, me miriya/ê xwe naşt. Bikaranîna lêkera naştin an nêjînê tenê ji bo dar û mirî tê bikaranîn ku ramana her duyan jî vejîn e.

5.Di wateya reng de şîn

Rengê şîn di çand û baweriyên kurdî de xwedî pîvan û roleke diyar e. Di baweriya mîtrayî de her du rengên pîroze û şîn ji her rengên din watedartir in. Wate û ramana peyva şînê di her çar zend û raveyên berê di rengê şîn de şênber û derşan dibin. Vê mijarê me ber bi bawerî û jiyara sumeriyan dibe ew jî mijara avê ye. Di sumerî û baweriya sumeriyan de av afirîner û hebûna her hebûnekê ye û navê avê jî weke a yê binavkirine anku her tişt ji ‘a’yê û destpêkê re tê. Ji as û asimanê re jî yan gotine ku her du jî rengê şîn ne û hêma zî, jî, jîn, jiyan, giyan û vejînê ne. Hetanî îro jî peyvên ku ramana bûn, jîn û vejînê ne anku ji dayikê bûn û peyda bûnê ne bi avê dest pê dikin (Avad, Avah, Ava, Avedanî, To-Av=Tov, Avrandin, Aves, Avis”yd). Her wiha em ji xeynî rengê şîn em rengê pîroze di pencere û deriyên Hewraman, Kela Hewlêrê û kelên bakurê Kurdistanê jî dibînin.

Kurd heta navê neteweyekê be, zêdetir navê erdnîgariyeke mezin e ku Zagors û Toros û berjêra wan jî Mezopotamya mezin e. Gundê Bêstansorê li deşta Şehrezûrê û gundê Zeviya Çemê yê li binê çiyayê Birasdostê û nêzî şikefta Şanederê li devera Barzanê kevintirîn şûnên cîhanê ne ku çandinî lê hatine kirin. Guhertina qonaxa mirovahiyê li gorî zanista arkeolojiyê û şûnwarnasiyên cîhanî piştî Holosînê li Kurdsitanê çêbûye. Anku qonaxa nû ya mirovahiyê bi destê kurdan hatiye avakirin ku nola Newlotîkê tê derbêjkirin. Bê guman destpêka qonaxa nû ya mirovahiyê û şaristaniya sumerî, felsefe û baweriya mîtrayî şehadet û gevahiya wê yekê didin ku li ser vî erdî bi sedan çand, bawerî, dîn, tevgerên jiyanê çêbûne û mayînde bûne. Lew di warê felsefe û zanistên stêrnasî, seqanasî, zemînnasî, tuxumnasî yd.. de pêşeng û pêşkar e. Bi awayekî din kurd xwedî peywendiyeke xurt a di navbera zemînê û gerdûnê de ye. Her wê kûrahî wiha kiriye ku kurd giringiyeke mezin bide rewş û bûyerên zemînî û felekî. Her cejn, bone, çand û baweriyên xwe girêdayî tevgerên jiyanê kiriye. Çarşema Sor, Yelda û Newroz girêdayî tevgerên hewayî û zemînê ne û tevger û baweriyên xwe jî girêdayî wê yekê kiriye ku yek ji wan jî sirût û adaba Newroz û heft şînê ye.

Giringiya hejmara 7

Hejmara 7 di baweriya mîtrayî de û her wiha di yarsanî, zerdeştî û êzdiyatiyê de jî hejmareke pîroz û giring bûye. Di baweriya mîtrayî de 7 çînên asiman, 7 hêzên hêmanî, 7 carên pazdan bi ser agirî, 7 sêtrên asiman, 7 pilendên rêberên mîtrayî ku a 7’emîn a herî mezin bûye. yd.. Her wiha di dînê zerdeştî de jî weke 7 Emşaspend, heftan heft kerişver yan heft kîşverên ku Ahûremezda (Xweda) ji bo cara yekemîn ew saz kirin, di Avêstayê4 de weke Heptokerşiverê hatiye nivîsîn û gotin. Di baweriya kevn a kurdî de serzemîn 33 paj in, paşî stêrka Tîşterê ku stêrka baranê ye, barana fer û pir barandiye û serzemîn bûye 7 pajan ku paja navîn ji hemûyan mezintir e û bi vî hawî “1. Xivenîrete: Navîn 2. Erêzehî: Rojava 3. Sevehî: Rojhilat 4. Fire Defşû: Rojhilata jêrîn 5. Vîde Defşû: Rojavaya jêrîn 6. Vewro Beriştî: Rojhilata jorîn 7. Vewro Ceriştî: Rojavaya jorîn” in anku ew her heft paj in ku xwedawend li serzemînê afirandin

Her heman pîrozî û taybetya hejmara 7ê di çand, bawerî û rewşa netewe û baweriyên derdore jî bi taybetî di dînên Îbrahîmî de cih digire û şênber dibe.

Di nav kurdan de sifreya 7 şîn

Sifreya heft şîn ku di farsî 5 de weke sifreya heft sînê tê gotin, di destpêka sersala kurdî û Newrozê de sifreyek tê xemladin ku heft cureyên tişt li ser wê hene. Helbet divê em ji bîr nekin ku di her sê cejnên kurdî  (Çarşema Sor, Yelda, Newroz) de sifre tê xemilandin. Di Çarşema Sor de ji bo vê sifrê Hêkerengînê û xemlên biharê, di Yeldayê de Meyzed, di Newrozê de jî wek Heft şîn tê pênasekirin.

Kurd her dem li gel hatina sersala kurdî û cejna Newrozê de giya, heşîna giya, genim, gula nergizê, ax, av, agir yan jî mûm û çira, pelên darê weke sembola hatina biharê û bayê pojîn û pişkûvînê” hemîşe di nava kurdan de şênber bûne heta di stran, helbest û vegotinan de jî. Helbet çar hêmên ku baweriya  mîtrayî li ser wê ava bûye di her warên çandî û baweriya kurdî de reng vedane.

Di zar-zimanê farsî de peyva şînê tune ye û di tu cihekê de watedar nîn e. Lê belê yek ji kevintirîn û giringtirîn belgeyê li ser sifireya heft şîn yan heft sînê,  pirtûka Abdûlrehmanî Bîrûnî ye ku bi zimanê erebî nivîsandiye bi navê “AꝊar El-baqiye”yê ye, dibêje: Piştî ku Cemşîd bi ser Ehrîmenî de serket ku asteng bû li hemberî xêr, bereket û barîna baranê û şîn û heşînê, dîsa baran barî û dar û giya şîn bûn û poj û çiqil dan, xelkê wê rojê weke Roja Nû dîtin. Her kes di wê rojê de miştek ceh çand û xelkî di roja Newrozê de di heft cam de heft curên danikan diçandin. Ne pêkan e ku Bîrûnî vê rastî û heqîqeta heft şînê nizanibe. Kurd hemû cejn, bone û rojên xwe bend û girêdayî xweza û rewşa jiyanê kiriye, sifireya heft şîn ku niha bi fars bi awayekê neteweya serdest pîroz dikin di nava kurdên Rojhilat de tê pîrozkirin. Amedekirina sifreya heft şîn weke pêşwazîkirina heşînayî û vejîna serzemîn û jiyanê, dikare careke din were zindîkirin.  Her wiha divê kurd bi zindîkirina sembola tavê, Newroz6, Yelda, Çarşema Sor, Tenbûr, Henar, Mar, Şahmaran” yd… xwedî li nirx û nasnameya Zagros, Toros û Mezopotamyayê derbikevin. Sifireya Heft Şîn jî bi reng û bêhna kurdewarî û heqîqeta wê weke heye, careke dî bihête vejîn û şîn kirin.

 1: Peyva “Çawezar”ê, Çaw her çav e lê bi peyva “Zar”ê, bi çend cureyan mirov dikare lêbinêre û wê zend û rave bike. Em di zanin di zimanê kurdîyên berê û bi taybet di pehlewanî de peyvên “zar, zawer, zohr, zuhr, zuhre”yên din hene ku tav tên wateya “bedewî, gewrî, sipehî”yên din ku dû re weke “zar, zara, zuhra”yê derbêj û bilêv bûye û heye ku ew jî vedigere hêz û xwedawenda “bedewî”yê. Di wateya duyemîn de peyva “zar”ê tê wateya “ziman, axaftin, soz, dû, peyvîn”ê de weke “zar û ziman”ê. Di wateya sêyemîn de “zar” tê wateya “girîn, hêsir rêjtin”ê weke “girî û zar”ê. Di wateya çaremîn de “sar” heman wateya “sar”ê ye anku “şibih û gon”ê weke “rûxsar, kohsar, şermesar(şermezar), segsar, gurgsar, rengsar”yd..

2: Ez bawer dikim ku peyvên ‘jiyan û giyan”ê her yek peyv û wate bin û her wiha peyva giyayê jî her di heman peyv û wateyê de be ku tevan vedigerin ser peyva zî ya sumerî anku jîn û jiyan, zînde û giyan, şîn, heşîn û giyayê de

3: Di nava kurdên yarsanî yên ku li bakurê welat dijîn û weke elewî jî tên binavkirin, di nava wan de jî mijara don an jî donadonê cihekî diyar digire

4: Xencê wê peyva “Heftad”ê anku “Heftê 70” û peyva “Hefta”yê jî anku “hefte”ya heft rojên çar hefteyên mehê 2’ê. Di Avestayê de “Gahinbar”ê heye mebest ew e Xwedayê mezin di 6 rojan de dunya afirand

5: Di nava farsan de niha sifreyekê dixemlînin bi heft xwarin ku “S”ê destpê dikin ewan jî “sirke, simaq, semenî, sencû, sêv û sîr” in û her wiha sebze, mûm, neynik, nanê pehn, tiyanek av, şîrînî, şîr û hin hêkên rengîn, masî di nav de û pirtûka Quranê yan jî pirtûka şaîrekê jî lê zêdebar dikin. Lê em dibînin ti yek ji wan xwarinan girêdayî hev nîn in û her wiha girêdayî destpêka demsala bihar û Newrozê jî nîn in û mirov bi sadetirîn raman dibîne ev tişteke çêkiriye û bingeha wê ne durust e.

6: Cejna Newrozê mezintir e ji efsaneyeke bi navê Kawa û Dehaq. Cejna Newrozê girêdayî vejîna zemîn, rewşa hewayê û salnameyê ye ku di mîtolojiya sumerî de vejîna “Dem-Muz”ê ye di 21..3 bi sala mîladî, di heman demê de sersala nû ya salnameya sumerî ye jî bi navê cejna “Zegmak yan Zekmûk”ê ku ta niha jî kurd ji bo hatine bûn û zade bûnê “Zikmak”ê bêje dike.