27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silêmaniyê teqîn: Kesek mir 4 kes birîndar bûn

Di saetên sibehê de li devera pîşesazî ya Tancero ya Silêmaniyê, di nava kargehek ya helandina hesin de guleyek 82 milîm a topê teqiya. Ji ber teqînê karkerek jiyana xwe ji dest da û çar kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Hat gotin di nava birîndaran de yekî her du çavên xwe ji dest daye, yên din jî her yek endamek laşê xwe ji dest dane. Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

SILÊMANÎ