spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin

Li herêma Besta ya Şirnexê, di navbera leşkerên derketin operasyonê û gerîllayên HPG’ê de şer derket û di şer de 4 leşker û cerdevanek jiyana xwe ji dest dan. 

Hate diyarkirin ku li herêma Besta ya Şirnexê, di saetên serê sibehê de di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkeran de şer derketiye. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, şer bi piştgiriya hewayî berdewam dike û di şer de 4 leşker û cerdevanek hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Hate hînbûn ku ji bo mudaxileyî leşkerên birîndar bikin gelek bijîşk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê sewqî 23’yemîn Fermandariya Tumen a Sînor a Cendermeyan  hatine kirin.

Daxuyaniya Walîtiyê

Walîtiya Şirnexê, der barê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku ji leşkerên birîndar rewşa 3’yan giran e her wiha angaşt kir ku di şer de gerîlayekî HPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.

Soylû mirina 2 leşkeran ragihand

Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû jî li ser hesabê xwe yê medya sanal der barê operasyonê de daxuyanî da û mirina leşkeran ragihand.

Hat hînbûn ku cerdevanê hatiye kuştin ji gundê Zivarik ê navçeya Qilebanê tev li operasyonê bûye.