spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Deger: Ez ji ber nasnameyên xwe  têm darizandin

Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Di danişînê de ewil rojnamevan Oznûr Deger parastina xwe kir û diyar kir ku ew xwe bi nasnameya xwe ya kurd, jin û rojnamevan pênase dike û niha ew ji ber van nasnameyên xwe li tê darizandin.

Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn didome.

Midûra Karên Nivîsê Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, rojnamevan Hamdûllah Bayram dê bi awayekî girtî û nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ê ku demekê li buroya MA’yê ya Enqereyê staj kiribû jî dê bi awayekî negirtî li eywana danişînê amade ne.

Rojnamevan Huseyîn Aykol, Nûnerê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû, ji Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) Ozgur Ogret, Rêveberê Komeleya Rojnamevanan ê Dîcle Firatê (DFG) Cûma Daş, Enstitûya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, nûnerê DÎSK Basin-Îş’ê yê Enqereyê Tûrgût Dedeoglû, Şaxa Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) a Enqereyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê (ÎHD) û gelek kes danişînê dişopînin.

Bi nasnameya xwe parastina bi kurdî

Di kêliya tespîta nasnameyan de serokê dadgehê ji rojnamevanan yek bi yek pîşeya wan û xwendin û nivîsandina wan heye an na pirsî. Gelek kesên li eywanê amade bûn bi van pirsên dadger keniyan.

Di danişînê de ewil parêzer Ozgur Erol axivî û diyar kir ku Oznûr Deger û Emrullah Acar dixwazin bi kurdî parastina xwe bikin. Serokê Dadgehê ku senaryoyek di hişê xwe de çêkiriye diyar kir ku ew ê ewilî li parastina Dîren Yûrtsever guhdar bike.

Lê li ser israra parêzeran serokê dadgehê neçar ma ku daxwaza parêzeran qebûl bike. Di danişînê de ewil rojnamevan Oznûr Deger parastina xwe kir û spasiya hemû beşdaran ku dozê dişopînin kir. Deger beriya dest bi parastina xwe bike diyar kir ku ew xwe bi nasnameya xwe ya kurd, jin û rojnamevan pênase dike û niha ew ji ber van nasnameyên xwe li eywana dadgehê tê darizandin. Deger destnîşan kir ku ew ji ber van nasnameyên xwe parastina xwe bi kurdî dike.

Di vê navberê de serokê dadgehê axaftina Deger qut kir û balkêşe ku got, “Tu li ser daxwaza xwe parastina xwe bi kurdî dikî?” Deger ji serokê dadgehê re diyar kir ku ew dixwaze bi zimanê xwey ê zikmakî parastina xwe bike û bertek nîşanî pirsa dadger da. Deger da zanîn ku bi salan e ew rojnamevaniyê dike û ew bêtir nûçeyên li ser jinan û zarokan çêdike. Deger diyar kir ku ji ber ku nûçeyên zarok û jinan hindik tên çêkirin wê meyla xwe daye ser vê qadê û di vê çarçoveyê de ji ber nûçeya çêkiriye xelata Pêşbirka Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad wergirtiye.

‘Rojnamevanî karek jixwepirsiyê ye’

Deger destnîşan kir ku ew rojnamevaniyê wek “terzê jiyanê” pênase dike û got: “Rojnamevanî karek jixwepirsiyê ye. Min ji jêpirsîna xwe, civak û gerdûnî dest bi rojnamevaniyê kir. Dîrok û rojnamevanî yek e. Her ku em dinivisînin dîrok dinivisîne. Em derbarê mijaran de gel agahdar dikin. Di nava 11 mehên dawî de 33 rojnamevanên kurd ji ber vê yekê hatin girtin. Ez ji bo wan jî dipirsim? Çima girtî ne?”

‘Tişta me pir bêriya wê kiriye, demokrasî ye’

Deger bal kişand ser îdiaya ku tê gotin wê hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an amade kiriye û ji wê rojê heta niha mafê jiyanê yê civakê tê astengkirin. Deger bal kişand ser krîzên aborî û siyasî û wiha got: “Heta îro tişta me pir bêriya wê kiriye, demokrasî ye. Ez wisa bawerim we jî herî zêde bêriya demokrasiyê kiriye. Ji wê dîrokê heta niha bi hezaran jin hatin kuştin, bi hezaran zarok hatin îstîsmarkirin. Her wiha mafên bi hezaran kes hatin binpêkirin. Ez ji we dipirsim; li hember tabloyek wiha ku heye, gelo em dikarin li şûna xwe rûnên? Gelo wê wîjdanê me qebûl bike? Ji ber van sedeman min dest bi rojnamevaniyê kir. Nayê xwestin ku mafê civaka ku hemû mafên wê tê desteserkirin û di bin zextan de ye bê bihîstin. Deng û renge jinan nayê bihîstin. Min van esas girt û min xwest ji tevahya dinyayê re ragihînim. Ev ji bo min meseleya wîjdan û rêgezê ye. Ji ber vê sedemê ez wek kurdek, jinek û rojnamevanek li pêşberî we me.”

‘Er, ji bo hemû jinan mîrasek hişt’

Deger, bi domdarî anî ziman ku di nava hezaran salan de bi sedhezaran jin hatine qetilkirin û bal kişand ser îstîsmarkirin, tacîzkirina jinan û dûrxistina wan a ji her qadên civakê û got ku jin, rastî tecrîda civakî tên. Deger, bal kişand ser Yûsûf Ziya Gumuşel ê di nava Cemaeta Îsmaîl Aga de cih digire ku keça xwe ya 6 salî zewicandibû. Dema Deger qala vê mijarê dikir serokê dadgehê gotina Deger birî û jê xwest ku têkildarî pirsa “Têkiliya MA û JINNEWS’ê bi rêxistinê re heye yan na?” bibersivîne. Deger, ji ber birîna “gotina” wê bertek nîşanî serokê dadgehê da, bal kişand ser gotinên xwe û got ku bi vê sedemê li JINNEWS’ê dixebite. Deger, bal kişand ser Îpek Er a ji hêla Mûsa Orhan ve hatiye tecawizkirin û parastina xwe wiha domand: “Îpek Er, jineke jirêzê nîne. Jineke kurd e. Li hemberî wê kî heye? Leşkerek heye. Ji ber Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî. Er, ji bo hemû jinan mîrasek hişt. Ev mîras çi bû? Qêrîna wê bû. Beriya jiyana xwe bi dawî bike bangî hemû jinan kir û xwest ku mafên wê bên parastin. Xwest ku têkoşîna wê bê domandin û hesaba wê were pirsîn.”

‘JINNEWS, qêrînên jinan digihîne tevahiya cîhanê’

Di vê navberê de serokê dadgehê pirsa “Ji bo we jî?” kir û Deger jî got; “Ji bo hemû jinan.” Deger, da zanîn ku ev rewş bi nûçeya JINNEWS’ê derketiye holê û wiha pê de çû: “JINNEWS, qêrînên jinan digihîne tevahiya cîhanê û hemû jinan. Ez ji ber vê yekê di JINNEWS’ê de xiebitim. Ji ber ku hemû jinan diparêze. Jin, tiştên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimin li ser JINNEWS’ê hîn dibin. Ez careke din dibêjim; başe ku JINNEWS heye. Ez ji ber vê gotinê jî têm darizandin. Lewma ez dîsa dubare dikim û binê wê xêz dikim.”

‘Ez serbilindim.’

Deger got ku JINNEWS tê terorîzekirin û bal kişand ser sedemên vê hewldanê. Deger, bi lêv kir ku ji ber ku jin JINNEWS’ê dişopînin, ji ber ku wê esas digirin weke “sûcdar” tê dîtin. Bi domdarî Deger destnîşan kir ku JINNEWS’ê qada nirx û jiyaneke alternatîf e û wiha got: “Hemû xebatkarên JINNEWS’ê jin in. Lewma jiyaneke alternatîf e. Ji ber vê sedemê ez îro li vir dinivîsim. Lewma ez serbilindim.”

‘Hevalên me senaryo û mîzansên wan jî vala derxistin’

Deger, da zanîn ku di dema binçavkirinê de polîsan îşkence li wan kiriye û xwest vê rewşê jî vebêje. Lê serokê dadgehê kete navberê û got; “Lê zêde dirêj neke. Mijara lêpirsîneke cuda ye.” Deger, bertek nîşanî serokê dadgehê da û wiha axivî: “Ez ê îşkenceyê vebêjim. Ez dixwazim li dîrokê bê nivîsandin. Xwestin serê me bitewînin lê nekarîn serî bi me bidin tewandin..” Deger, anî ziman ku fezlekeya polîsê îşkence li wê kiriye veguheriye îdianameyê û niha jî hewldan tê kirin ku bi vê îdianameyê were darizandin.

‘Dozger hewl daye li dijî me ‘delîlan’ biafirîne’

Deger, bal kişand ser kitekitên di îdianameyê de wiha pê de çû: “Dozger di tawanbariyên li dijî min de ji ber ku ez karta bankayê bi kar nayînim, vê îdiayaê dike; ‘hewl dide nepeniya rêxistinê biparêze.’ Lê qerta min a bankayê heye. Di îdianameyê de ez weke nûçegihana MA’yê hatime nîşandan. Her wiha weke ku navnîşana min tune be hatiye nîşandan. Lê tu rastiya van îfadeyan nînin. Dozger hewl daye li dijî me ‘delîlan’ biafirîne.” Deger, bal kişand ser “tespîtên” di rapora MASAK’ê de û got ku bi 300 TL’yê jê re hatine şandin re tê sûcdarkirin. Deger, wiha domand: “Dema ev pereye ji min re hatiye şandin, ez di girtîgehê de bûm. Lê dozger îdia dike ku min ev pereye ji derve kişandiye. Anku nakokiyên di îdianameyê de zêde ne.”

Danişîn, bi parastina Deger didome.