9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li şûna bibin nexweşxaneyê birin girtîgehê

Girtî Elîf Kardagi ya ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Kayseriyê kirin, di qezaya rîngê de birîndar bû. Elîf Kardagî li şûna bibin nexweşxaneyê birin girtîgehê.

Dema girtî ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ya li navçeya Tarsûsa Mêrsînê sewqî Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê kirin, ringê qeza kir. Di qezaya ku di 21’ê adarê de pêk hat yek jê giran 5 kes birîndar bûn. Piştî bûyera qewimî, malbata girtî Elîf Kardagi ya di wesayîtê de rayedarên Girtîgeha Bunyanê geriya.

Rêveberiya girtîgehê ji malbata Karadagi ya nûçeya qezayê dît û bi israr lê geriya re bersiva rewşeke bixeter nîne dan. Piştî qezayê Elîf Kardagi îro bi telefonê li malbata xwe geriya. Kardagi tiştên jiyan ji malbata xwe re vegotin. Kardagi, ji malbata xwe re ragihand ku piştî ji girtîgehê derketin dora saet di 11.00’an de wesayîta rîngê qeza kir û ew birine nexweşxaneyê. Kardagi, da zanîn ku diranekî wê yê pêş şikestî ye, ji bo demekî hişê wê ji serê wê çûne û bi şev di nexweşxaneyê de maye. Karadagi, diyar kir ku histumal xistine stuyê wê û êşa serê wê didome û diyar kir ku hişê wê diçe û tê.

Malbata Karadagi, xwest ku keça wan bi awayekî bi rêk û pêk bibin nexweşxaneyê û tedawiya wê bê kirin.