spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika 75 salî bi sedyeyê birin girtîgehê

Hatîce Yildiz a 75 salî hate girtin, kurê wê Alper Yildiz, diyar kir ku biryara der barê dayika wî de hatiye dayîn siyasî ye û anî ziman ku ji ber dayika wî nexweşa giran e, nikare di girtîgehê de bimîne

Der barê dayika girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ya li Esenyurta Stenbolê dijî de, ji ber ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya di heman qawişê de dimîne re pere razandiye, bi îdiaya “rêxistinê finanse dike” doz hate vekirin. Doz 3 salan dom kir û 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdiaya “rêxistinê finanse kiriye” 4 sal û 2 meh ceza li Yildizê birî. Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî erê kir. Yildiz a ku gelek nexweşiyên wê hene, piştî ku polîs hatin mala wê ji ser hişê xwe çû û bi sedyeyê birin nexweşxaneyê. Dû re Yildiz hate girtin û ew birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

Lawê Hatîce Yildiz (75) a ku nexweşiyên wê yên weke tansiyona bilind, çav, fitiqa piştê û xwarbûna pirûskê hene, Alper Yildiz ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Alper Yildiz, da zanîn ku dema polîsan bi ser malê de girt li cihê karê xwe bû û bi lêv kir ku piştî birayê wî lê geriya ye vegeriya ye malê. Yildiz, ragihand ku ji polîsan re gotiye ku dayika wî nexweş e û bi vî awayî nikarin wê binçav bikin û got: “Min dermanên dayika xwe nîşanî wan da û got nexweş e, lê qet li min guhdar nekirin.”

Piştî gefxwarinê ji ser hişê xwe çû

Yildiz, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku polîsên hatine malê, bi şikandina derî û bi darê zorê birina dayika wî gef lê xwarine û wiha domand: “Her ku diçû rewşa dayika min nebaş dibû. Min ji polîsan xwest ku dayika min di bin çavdêriya tîmên tendirûstiyê de bibin. Qebûl kirin û ambulans hat. Ji xwe dayika min nexweş bû û nikaribû li ser piyan bisekiniya, dest û lingên wê diricifîn, nexweşiya tansiyonê pê re heye û dem bi dem ji ser hişê xwe diçe. Tevî ku min ev tişt ji wan re got jî gotin ‘Em ê bibin.’”

Muayene nekirin, gotin nehatiye derbkirin

Yildiz, bi lêv kir ku dema ku dayika wî birin nexweşxaneyê, polîs hatine cem wî û jê re wiha gotine “Tîştekî dayika te nîne, hadê em ê herin.” Yildiz ê bi israr xwest bi bijîjk re hevdîtinê bike ev tişt got: “Di wê demê de xebatkarekî tendirûstiyê hat cem min, ne bijîjk bû, ez ji vê bawer im. Di destê wî de rapora ‘nehatiye derbkirin’ hebû. Min li raporê nerî, ne tehlîla xwînê û ne jî grafîka qelb, tiştek nîn bû. Hîn ew tahlîl derneketibûn dayika min ji ser sedyeye bi darê zorê rakirin û birin. Gef li min xwarin û gotin ‘Tu nikarî li nexweşxanê deng ji xwe bînî, em ê te jî binçav bikin û bibin.’ Bi vî awayî bi zorê dayika min li ser kursiya biteker dan rûniştandin û birin. Gotin ‘Em ê bibin Vatanê, dê sibê derkeve dadgehê’, lê ez hîn neçûbûm malê parêzer li min geriya û got dayika min birine girtîgehê.”

‘Biryar siyasî ye’

Yildiz, diyar kir ku dayika wî nexweşa giran e û nikare di girtîgehê de bimîne û destnîşan kir ku biryara cezayê hefsê yê hatiye dayîn jî biryareke derveyî hiqûqê ye. Yildiz, destnîşan kir ku biryar, biryareke siyasî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parêzerê me niha tişta ku ji dest tê wî tê dike, em ê mafê xwe yê îtirazê ji bo dadgeha jortir bikar bînin. Em ê serî li Wezareta Dadê jî bidin. Em ê hemû mafên xwe bikar bînin ku dayika min nexweş e û bi vî awayî nikare di girtîgehê de bimîne.”