9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Agiriyê ‘mitînga fînalê’ ya Newrozê

Li Agiriyê bi hezaran kes ji serê sibê ve ber bi qada newrozê ve diherikin “Newroza Agiriyê ya Mezin û mitînga fînalê” bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li qada Dortyolê pêk tê

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê li Qada Dortyolê “Newroza Agiriyê ya Mezin û mitînga fînalê” li dar dixe. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji du baskan bi meşekê hatin qada Newrozê. Ciwanên ku bi vêxistina meşaleyan ketin qadê, dîmenên rengîn derxistin holê. Welatiyên ku bi cilên xwe yên netewî yên Kurdistanê hatin qadê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî pankarta “Êdî dê hêza tu kesî tune be ku ziman û çanda me tune hesibîne” vekirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ajansa Mezopotamyayê qad niha bi temamî tijî bûye, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî beşdar dibe.