spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Swîsreyê kurdan Newrozê pîroz kirin

 Li bajarên Basel, Zurîh û Bellinzona yên Swîsreyê Kurdan û dostên wan meşeke meşaleyî li dar xist û Newroz pîroz kirin

Coşa Newrozê li gelek bajarên Swîsreyê berdewam kir. Di dawiya hefteyê de li bajarê Frîborgê bi tevlibûna hezaran kesan pîrobahiya Newrozê hate desptêkirin û bi pîrozbahî li bajarên Basel, Zurîh û Bellinzonayê berdewam kir.

Basel

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclisa Jinan a Ronahî li bajarê Baselê meşeke meşaleyî li dar xist. Kurdên li bajar û dostên wan di saetên şevê de li Parka Dreirosenê hatin ba hev. Beriya pîrozbahiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî axatinan jî bi sedan kesan meşa meşaleyî li dar xist. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin û beşdaran li dora agir govend gerandin.

Bellînzona

Komîteya Kurd a Kantona Tîcînoyê û Meclisa Jinan a Jiyanê jî li bajarê Bellinzonayê meşeke meşaleyî li dar xist. Endamê Ji bo Abdullah Ocalan Azadî ya Swîsreyê û Serokê Înîsiyatîfa Têkoşîna li Dijî Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî Dr. Beppe Savary axivî. Savary, ev tişt anî ziman: “Weke dostên gelê kurd, di kîjan mercan de dibe bila bibe, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştre jî Serokê Komeleya Jinûveavakirina Kobanê û onkolog û Endamê Parlamentoya Şêwirmendiyê ya Neteweyî Franco Cavallî axivî û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd têkoşîneke dijwar û mezin dimeşînin. Tevî sûcên li dijî mirovahiyê û hemû astengkirina jî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ruhê Newrozê têkoşîna xwe didomîne. Bila gumana kesekî tune be ku dê têkoşîna gelê kurd bi ser keve.” Nûnerê Partiya Sosyalîst (SP) Adriano Venuti jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Newroz ji bo gelê kurd xwedî sembola berxwedanê ye. Ji bo rêsana piştevaniya navneteweyî, em îro xwedî li têkoşîna gelê kurd derdikevin.”

Piştî axaftinan jî li pêşiya Îstasyona Trenê ya Navendî meşa meşaleyî dest pê kir.

Zurîh

Yek ji bajarên din ên Newroz lê hatiye pîrozkirin jî Zurîh bû. Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê û Meclisa Jinan a Bêrîtanê meşeke meşaleyî hate lidarxistin. Li bajar coşa Newrozê zêde bû û meş li pêşiya Helvetiaplatzê bi dawî bû. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin û piştre jî beşdaran xelekên govendê gerandin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên kurdan û dostên wan dê heta 22-23’yê adarê berdewam bikin. Di vê çarçoveyê de dê di 22’yê adarê de li Lozanê û di 23’yê adarê de jî li Zurîhê resepsiyon bên lidarxistin.