17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tacikistanê erdhejek bi pileya 6.8 çêbû

Li rojhilatê Tacikistanê îro serê sibehê derdora saet 05:37`an erdhejek bi pileya 6.8 çêbû. Ciyê ku erdhej lê qewimiye zêde kes li wir najîn lê metirsiya herî mezin bendava Sarezê ye

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku îro erdhejek bi pileya 6.8 li rojhilatê Tacikistanê rû daye.

Erdhej derdora saet 05:37`an û bi kûrahiya 20.5 kîlometre bû. Li gorî Navenda Çavdêriya Erdhejê ya Çînê, erdhej nêzî sînorên Herêma Xweser a Sînciangê ya bakurê rojavayê Çînê bû.

Hêjayî gotinê ye ku devera erdhejê ne nişteciheke qelabalix e, zêde kes li wir najîn lê metirsiya herî mezin bendava Sarezê ye. Gola Sarez yek ji mezintirîn golên Tacîkistanê ye û ew di encama erdheja sala 1911 de çêbûye.  Pispor hişyarî didin ku eger ev bendav hilweşe dê encamên wê felaket bin.