spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK alîkariya Heyva Sor a Kurd asteng dike

PDK rê nade karwanên alîkariya mirovî yên Heyva Sor a Kurd a ji bo mexdurên erdhejê di deriyê Pêşxabur re derbasî rojavayê Kurdistanê bêne kirin.

Heyva Sor a Kurd, bi daxuyaniyekê ragihand ku li deriyê Pêşxabûrê destûr nayê dayin ku alîkariyên mirovî yên herêmî û navneteweyî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku erdhej lê wan çêbûye.

Tevahiya daxuyaniya Heyva Sor a Kurd wiha ye;

“Ji ber erdheja 6’ê sibatê, karesatek mirovî ya mezin çêbû û zirarên mezin gihîştin gelê herêmê. Civaka herêmî û navneteweyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên madî û manewî ji mexdûrên erdhejê re hewldanên mezin dan. Ji ber ku baweriya wan bi Heyva Sor a Kurd tê, xwestin ev alîkarî bi rêya wê bigihêjin herêmên erdhejan.

Lê mixabin, bêyî ku sedem bên zanîn, em rastî gelek astengiyan tên. Herî dawî duh (21`ê Sibatê) derbasbûna karwanekî alîkariyên mirovî ji aliyê deriyê Pêşxabûr û desthilatên girêdayî wê ve hat astengkirin.”

Heyva Sor a Kurd mîna van biryaran red dike û bê wate dibîne û mafê wan e ku alîkariyên ku ji aliyê civakên baweriyê bi wan tînin ve tên şandin, bigihînin herêmên tên diyarkirin.

Divê aliyên derbaskirina alîkariyan asteng dikin, ji biryara xwe paş de vegerin û ji bo alîkariyê hemû derî û rêyan vekin.”