spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 703’yan de didome. Malbatê di çalakiya îro de ev peyam da: “Êşa me giran e, welat di bin kavilan de ye. Em ê li hemberî zilmê bêdeng nemînin."

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 703’yan de jî berdewam kir.

Em vê zilmê qebûl nakin’

Malbatê têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Roj roja piştevanî û têkoşîne ye. Eşa me giran e, welat di bin kavilan de ye. Zilm berdewam dike, em bêdeng neman, bêdeng namînin jî. Em vê zilme qebûl nakin.”