spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wan û Bedlîsê 7 kes hatin berdan

Ji 43 kesên ku duh li Wan û Bedlîsê hatibûn binçavkirin 7 jê hatin berdan. Her wiha li Mersînê jî îro 6 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin. Di çarçoveya vann operasyonan de polîs û cendirmeyan duh li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê û li Wanê bi ser gelek malan de girtibûn û 43 kesan bi angaştên “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkarî dane rêxistinê”  binçav kiribûn.

Ji van 43 kesan îro 7 jê hatin berdan. Her wiha karûbarên îfadegirtinê yên 36 kesan jî li qereqol û midûriyetên emniyetan bedewam in. Navên kesên hatine berdan wiha ne: Reşît Aydin, Abdurrahman Avcil, Şukru Avcil, Azîze Çetîn (70), Sunay Hergul, Pekîn Hergul û Nazîfe Hergul.

 Mêrsîn

Li aliyê din di saetên serê sibehê de polîsan li Mersînê bi ser malan de girtin û 6 kes bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 6 kesên navên nehatin zanîn binçav kirin. Her wiha 5 kesên ku di 27’ê mijdarê de angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” li navçeya Ceyhan a Edenê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.