17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê amadekariyên ‘Meşa Azadiyê’ didome

Li Wanê amadekariyên "Meşa Azadiyê" ya li dijî tecrîdê ku dê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, didomin. Kesên beşdarî civînên gel bûn, diyar kirin ku dê nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê di meşê de bidin der û gotin: "Em ê ji bo heq û edaletê li wir bin."

Di pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û “Meşa Azadiyê” ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, civînên gel li dar dixin. Welatiyên ku tev li civîna gel a li navçeya Erdîşê bûn, diyar kirin ku dê bi girseyî beşdarî meşê bibin.

‘Em dikarin bi hevre tecrîdê bişkînin’

Îkram Aslan ku tecrîd wekî “zilma li ser gelê kurd” pênase kir, wiha got: “Êdî divê her kes li dijî vê rabe. Tecrîd tenê li Îmnraliyê nayê sepandin, tecrîd li ser tevahiya gelê kurd tê sepandin. Ji bo bidawîbûna vê zilmê, em gel çi ji destê me bê divê em bikin. Yê ku vê tecrîdê bişikîne gel e. Em ji vê zilma li ser gelê me re dibêjin ‘êdî bes e’. Teqez divê em tecrîdê bişikînin. Wekî din tu rêya vê yekêt une ye. Birêz Ocalan niha li girtîgehê tê tecrîdkirin. Divê wijdanê her kesî nerihet be. Divê tu kes li benda hev nesekine û tevbigere.”

Aslan ku ji bo “Meşa Azadiyê” bang kir wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kes tev li meşê bibe. Ev meş ji bo me pir girîng e. Ger mirovekî ku li seranserê cîhanêt ê naskirin bê tecrîdkirin, nexwe divê em jî ji bo vê bimeşin. Tecrîd bi liv û tevgereke bi hev re dikare bê şikandin.”

Abdûrrahman Ekîncî jî destnîşan kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û got: “Kurê min niha di girtîgehê de ye û zêdetirî 500 sal ceza lê birîne. Divê em van êşan bibînin û tecrîdê qebûl nekin. Ji lew re tecrîd tenê li ser birêz Ocalan nayê sepandin, li ser her kesî tê sepandin. Êdî divê ev bêdengî bê şikandin. Divê em jî bi awayekî girseyî tev li meşê bibin. Em li bendê ne ku her kes tev li meşa 18’ê mijdarê bibe. Ji lew re ge rem ranebin ser pêyan dê ev tecrîd neşikê.”

‘Aştî dê bi şikandina tecrîdê pêş bikeve’

Mehmet Emîn jî destnîşan kir ku gelê kurd bi salan e nikare hevdîtinê bi kesî re bike û got: “Em edaletê dixwazin. Ev tecrîd li ser tevahiya gelê kurd tê sepandin û divê ev tecrîd bê şikandin. Di şexsê birêz Ocalan de heqareteke mezin li gelê kurd tê kirin. Divê hemû gelê me tev li meşa 18’ê mijdarê bibe. Em bi şev û biroj li Ocalan difikirin û ji bîra me naçe. Em dixwazin hîn bibin ku ka tenduristiya wî çawa ye. Ger tecrîd bê şikandin, dê aştî bê vî welatî. Ger birêz Ocalan azad bibe û dê her kes kêfxweş bibe.”

Kûtbettîn Arslan jî anî ziman ku tecrîd sûcek e û li ser kê bê sepandin jî ew qebûl nakin û ev tişt gotin: “Birêz Ocalan rêberê gelekî ye. Ne pêkan e ku em vê tecrîda li ser rêberekî qebûl bikin. Bi salan e hevdîtin bi birêz Ocalan re nayên kirin. Li vî welatî êdî divê hiqûq bê şixulandin. Ger li vî welatî edalet hebûya, dê ev tecrîd li ser birêz Ocalan nehata sepandin. Divê gelê kurd di 18’ê mijdarê de bê cem hev du û vê tecrîdê bişikîne. Ji bo şikandina tecrîda li girtîgehan, divê her kes tevbigere.”

Ji welatiyan Muhammed Polat jî destnîşan kir ku mafê girtiyan jî hene û got ku tecrîd û înfaza bêdaraz heman tişt in. Polat wiha domand: “Ha tecrîd ha înfaza bêdaraz. Mafê her kesî heye ku hevdîtinê bi xizmên xwe yên girtî re bike. Di hiqûqa cîhanê de tu cihê tecrîdê tune ye, lê mixabin li vî welatî hiqûq tune ye. Em ê ji bo heq, hiqûq û edaletê li wir bin. Ji xeynî vê tu daxwazeke me ya din tune ye.”

Abdûrrahman Şengul jî bilêv kir ku tiştên li Îmraliyê tên sepandin li tu derî tune ne û got: “Em vê zilma li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Vê zilmê tenê ne li Ocalan, li tevahiya gelê kurd dikin. Polîtîkayeke bi zanebûnî di meriyetê de ye. Naxwazin dengê wî bê bihîstin. Lewma divê hemû gelê me tev li mela 18’ê mijdarê bibe. Hemû kesên xwedîwijdan divê tev li vê meşê bibin û bi dengekî bilind bibêjin ku ew vê zilmê qebûl nakin. Em ê tenê ne ji bo birêz Ocalan, ji bo hemû gelê me û zarokên me yên tên tecrîdkirin li wir bin.”

‘Divê Ocalan azad bibe’

Welatiyê bi navê Kemal Çîçek jî ev tişt gotin: “Dewlet bi tecrîdkirina birêz Ocalan re peyamekê dide gelê kurd. Ji roja ku tecrîd dest pê kiriye tevahiya gelê kurd tê tecrîdkirin. Divê em bikin ku dewlet gavina bavêje. Ev tecrîd ne mirovî ne jî dînî ye. Divê birêz Ocalan û gelê kurd azad bibe. Ev meş ji bo me firsend e û divê em nîşanî dewletê bidin ku em vê tecrîdê qebûl nakin.”