5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’a Wanê banga tevlêbûna daxuyaniya 1’ê Îlonê kir

Şaxa ÎHD’a Wanê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma 'Em aştiyê diparêzin' xelkê Wanê vexwend daxuyaniya sibê dê li dar bixin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Wanê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê  dê sibê daxuyaniya çapemeniyê ku li dar bixe, banga beşdariyê kir. ÎHD’ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta bi nivîsa “Em aştiyê diparêzin. Em roja aştiyê ya cîhanê diyarî hemû dayikên ku di oxira aştiyê de canê xwe dane dikin” hat daliqandin. Serokê ÎHD’a Wanê Firat Durmaz diyar kir ku xwestina aştiyê mafek mirovî ye û wiha got: “Nêzîkatiya bingehîn a ÎHD’ê ku parve dike li ser vî esasî ye. Mafên mirovan li ser bingeha azadiyan û aştiyê ye. Yanî heke îro di nava civakekê de, di nava neteweyekê de, li welatekî heke kes û aştî azad bin wê bibe avakirina hîmên aştiyê. Aştî bingeha azadiya kes, azadiya mal û milkên xelkê, azadiya mafên çandî, azadiya civakê, azadiya zimanê civakê ye.”

Durman diyar kir ku ew ê sibê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Mûsa Anter daxuyanî bidin û xelkê Wanê hemû vexwend daxuyaniyê.