18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê polisan 9 jinan binçav kir

Li Wanê, polisan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt û 9 jinan binçav kir.

Li Wanê, polîsan di saetên serê sibê de bi awayekî hem wext bi ser gelek malan de girtin. Polisan di serdegirtinan de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnay, Hevseroka Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) a Wanê Hanim Kaya, Dayika Aştiyê Xecê Bariştiran, Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê ya Serhatê (GOÇDER) Gulşen Kûrt, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê Edîbe Babûr, Hevşaredara Serayê ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin Caziye Dûman, endama Meclisa Şaredariyê Rêya Armûşê ya HDP’ê Ozlem Tûcî, endama TJA’yê Zeynep Kaya û Songul Işik binçav kirin.

Hate hînbûn ku jin bi angaşta “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin. Ji bo jinên ku li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin hevdîtina parêzeran ji bo 24 saetan hat sînordarkirin.