5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyan peyama Newrozê şandin

 Girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Şakrana Îzmîrê bi peyama Newrozê ji ajansa Jinnews re şandin Cejna Newrozê pîroz kirin

Girtiyên li Girtîgeha Şakranê têkildarî Newrozê peyama xwe parve kirin. Girtiyan di peyama xwe de wiha gotin:

“Di serî de em Rêber Apo yê ku têkoşînek bêhempa, rastiya gelê Newrozê afirandiye ji dil û can silav dikin û di şaxsê Rebertî de Newroza we pîroz dikin. Di şexsê Kawayê hemdem Mazlum Doğan de hemû şehîdên Newrozê ku bi agirê bedena xwe bûn meşaleyên azadiyê bi rezdarîyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember bibîranina wan ditewîne.

Newroz; li diji tarîtîya Dehaqên nûjen şewqa azadiyê ye. Gelê me tu carî li hember zilma zordaran serî netewand. Teslîmi tarîtiye nebû. Em di vê baweriyê de ye ku ew ê gelê me bi têkoşîna xwe ya dîrokî wê tarîtiyê derxîne ronahîyê. Gelê me yê Newrozbûyî hemû dîwarên tirsê îro hilweşandîye. Tu tirs û zext nikare li pêşiya herikîna milyonan bisekine.

Her çiqas ji ber şert û mercan em we nebînin jî ew coş û moralê we kelecanek pir mezin dide me. Em di zindanê de germahiya dilê we û dengê tilîliyên we yê jinên ku berxwedana xwe ji 8’ê Adarê herikand qada Newrozê pir hîs dikin. Wek heval Kemal Pir jî dibêje; faşîzm ji deng ditirse em ê bi înad li her derê dengê xwe bilind bikin.

Em Newroza îsal bi coş û kêyfxweşiya salvegera pênci û yekemin ya têkoşîna azadîye pîroz dikin. Bî hêvîya Newroza sala pêşiya me em bi hev re govenda  azadîyê bigirin.

Di sala 2019’an de heval Zulkuf Gezen li hember tecrîdê bi çalakiya xwe bû pêşengê berxwedanê û dîsa hevalên Abdulrezak, Halîl Guneş, Vedat Ekmen û Garîbe Gezer bi destê faşîzma dewleta dagirker hatin şehîdkirin jî em bi rêzdarî bi bîr tînin.

Gelê me yê xwoşewist; Bi rihê hemleya “Dem dema azadîyê ye” em we hemûyan dîsa bi dil û can silav dikin. Em car din dibêjin Newroza we pîroz be, Newroza te pîroz be ey Rêber Apo.”