4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezareta Dadê lêpirsîna 16 rojnamegeran bi rê ve dibe!

Parêzerê 16 rojnamegerên girtî Resûl Temûr, diyar kir ku lêpirsîna der barê rojnamegeran de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê ve tê birêvebirin.

Li Amedê, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 16 rojnameger di 16’ê Hezîranê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Li ser dosyeyê biryara veşarî heye û 9 meh in îdianame nehatiye amadekirin. Parêzerê dosyaya rojnamegeran Resûl Temûr der barê dosyayê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Parêzerê Temûr, diyar kir ku raya giştî dizane ku rojnameger ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ji bo ‘nirxandina rewşa girtinê’ 10 caran hem serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê hem jî li ya Asliye ya Ceza hatiye dayîn, lê hemû jî bêyî ku bên raçavkirin hatine redkirin.”

TEM doznameyê amade dike

Temûr, tekildarî hevdîtina bi dozgerê dosyeyê re jî ev tişt anî ziman: “Dozger her tim dibêje ‘kêmasî hene.’ Em difikirîn piştî 10 mehan diviyabû hemû lêkolînên dîjîtal bên temamkirin, lê em hîn bûn ku ji ber erdhejê avahiya Midûriyeta Polîsan a Şaxa TEM’ê xesar dîtiye û divê şax bê veguhastin û ji ber vê îdianame nehatiye temamkirin. Me berê jî ji wan re got ku dosye hemû li edliyeyê ye û dikarin bêyî TEM’ê amade bikin, lê gotin hin kêmasî hene û divê TEM van kêmasiyan temam bike.”

Di berdewamê de Temûr, destnîşan kir ku veguhastina TEM’ê dide der ku dozname ne ji aliyê dozgeriyê ve ji aliyê midûriyeta polîsan û şaxa wê TEM’ê ve tê amadekirin û wiha pêde çû: “Ev ne hiqûqî ye. 10 meh derbas bûne, lê hê jî dozname nehatiye amadekirin. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke hiqûqî tune ye. Gava rojnameger li dozgeriyê û dadgeriya lêprisînê îfade dan, şahidê veşarî tune bû, lê piştî şeş mehan dozgeriyê şahidê veşarî afirandiye.”

Wezareta Dadê dosyayê bi rê ve dibe

Temûr, bi lêv kir ku şahidê veşarî di saetên derveyî mesaiyê û arîfeya sersalê de (31’ê kanûna 2022’yan) ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye guhdarkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Anku îfadeyên vî şahidê veşarî, tenê puxteya dosyeyê ye. Ji xeynî vê tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind îfayeên şahidê veşarî serwîs kiribû. Piştî serwîskirina van beyanan, alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê hatibû betalkirin. Ev yek eşkere kir ku ev lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê tê birêvebirin.”