Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand, “Di 24 saetên dawî de li Xezeyê 19 komkujî pêk hatin, 183 şehîd û 377 kes jî birîndar bûn.”
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya ku di roja 112’emîn a êrîşên Îsraîlê, hêjmarek kesên jiyana xwe ji dest dane di bin kavilên malên xwe yên wêrankirî de ne.
Li gorî daxuyaniyê, li ser rêyan ekîbên ambûlans û parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan.
Peyamnêrê El-Mayadeen li Zîvala Xezayê îro ragihand ku bombebarana Israîlî li derdora nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnis bû û got ku dagirkeran gule li ambûlansan reşandin.
Nûçegihanê El-Mayadeen ji Beyt Lahiya li bakurê Xezayê piştrast kir ku niştecîh ji ber wêraniya mezin û hewaya sar re rûbirûyê şert û mercên dijwar in.
Di vê çarçoveyê de berevaniya sivîl li zîvala Xezayê ragihand ku ji ber sermaya zêde û barîna barana zêde ku çadirên wan di bin avê de maye jiyana bi hezaran filistîniyên bêmal mane ketiye metirsiyê.
Rojnameger Îyad Ehmed El-Rawag, nûçegihan û pêşkêşvanê radyoya “Dengê El-Eqsa” li gel endamên malbata xwe di encama hedefgirtina mala wî de li herêma El-Hesena ya li kampa Nuseyrat jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmara şehîdên rojnameger ji destpêka êrîşan heta niha derket 120’an.