9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mahmût Gun behsa erîşa cerdevanan kir

Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê yê DEM Partiyê Ahmet Gun di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Mahmût Gun ku di heman êrîşê de rizgar bûbû, wiha got: “Cerdevan Siddik Babat bi çekê êrîş kir.”

Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun duh li gundê Talokayê rastî êrişa çekdarî hatin. Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. Gun, ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin.

Di dema bûyerê de biraziyê Ahmet Gun, Mahmût Gun jî li wir bû. Gun, têkildarî bûyerê ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Omer Akin re axivî.

Cerdevanan heqaret kirin

Gun, da zanîn ku rojek beriya bûyerê tevî mam û pismamê xwe ji bo berhevkirina êzingan di navbera xwe de axivî ne û wiha got: “Me serê sibehê tiştên xwe amade kirin. Ji bo komkirina êzingan em çûn gundê xwe Talokayê. Heta demekê me êzing kom kirin û piştre me taştê xwar. Dema me taştê dixwar, wesayîtek hat. Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat tê de bûn. Saet derdora 10.30’an bû. Wesayît ji me hinek dûr sekinî. Siddik Babat di hundirê wesayîtê de li me qêriya û got; ‘Tiştên xwe kom bikin û ji vir herin.’ Em jî çûn cem wan. Dema em çûn cem wan me dît ku bi Siddik Babat re keleş (kalaşnîkof) û bi Enver Babat re jî demance heye. Me jê re got; ‘ev der gundê me ye, em biçin ku?’ Enver Babat çêr kirin û gotin; ‘bicehimin herin.’ Piştî ku Enver Babat çêr kirîn, piştre bi gopalê xwe li serûçavên pismamê min Abdurrahîm Gun xist.”

‘Cerdevan siddik babat bi keleşê êriş kir’

Bi domdarî Gun wiha qala bûyerê kir: “Piştî êrişê di navbera me de nîqaş derket. Ji bo rewşeke cuda rûnede me tavilê Siddik Babat û Enver Babat ên çek pê re bûn girtin. Di vê navberê de kurê Siddik Babat, Ebûbekir Babat û Omer Yarar dest bi êrişê kirin. Siddik Babat ji nav lepên me reviya. Siddik Babat çawa ku reviya bi keleşê dest bi êrişê kir. Ji ewil pismamê min Abdurrahîm birîndar bû. Ez jî ji bo li wî binêrim çûm cem wî. Piştre jî min dît ku apê min Ahmet li erdê dirêj bûye. Omer Yarar û yên din ji wir bi pêyan reviyan. Enver û Siddik Babat cerdevan in. Çekên di destên wan de jî çekên cerdevanan bûn. Çendek berê di navbera me de rageşiyek çêbûbû û ji ber vê êriş kirin. Heta niha tenê kesek hatiye binçavkirin.”