3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malan bar kir koç bi rê ket

Piştî lêkolînên dûv û dirêj têgihiștim ku gelek sedemên aborî, civakî û heta erdnîgarî û siyasî hene ku însana ber bi metropolan ve diherikînin. Di civaka me kurdan de em kurd ji malbat û eșîran pêk tên

Em kurd êdî penaberiyê naxwazin. Em jî wekî her neteweyê dixwazin li welatê xwe li ser axa xwe, ser bilind û aram bijîn. Lê mixabin ev xwesteka me berevajî dimîne, em weke netewe her roj koçber in. Mijara koçberiyê ji zarokatiyê de min diêșîne û bala min dikșîne. Ji zarokatiya xwe de teqez li hember koçberiyê bûm. Min digot her çi dibe bila bibe divê mirov terka welatê xwe neke. Di bala min de her çûnek tunebûnek bû. Hema bayê koçberiyê ez jî piștî sal û zemanan li ser rê û dirban xistim û bi temamî nebejî ber bi Îzmirê ve pekandim. Ev bajar jî weke bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bajarekî kozmopolît e.

Belkî pêncî sal in gelê kurd ji welatê xwe koçî van deran dike. Gelê kurd çima koç dikir?  Min pir mereq dikir û bi malbarkirina xizmê xwe/ cîranê xwe xemgîn dibûm. Weke sîh û pênc salî zêdetir e ku wê demê ciwaneke sivik bûm min pirtûkeke bi navê Goç bi tirkî nivîsî. Min ev pirtûka xwe bi şêweya romanê nivîsî. Bi destpêka nivîsandina romana xwe ketim nav lêkolîn û vekolîna ku ka çima kes koçber dibin? Piştî lêkolînên dûv û dirêj têgihiștim ku gelek sedemên aborî, civakî û heta erdnîgarî û siyasî hene ku însana ber bi metropolan ve diherikînin. Di civaka me kurdan de em kurd ji malbat û eșîran pêk tên.  Ev jî dibe sedemek ku em ji hev qut bibin. Yanî gotina min ew e ku  em dibin malbat, em dibin eșîr lê em nabin netewe.

Gelê kurd ji kevneșopiyên xwe zirar didîtin . Li her gundekî  ku du êl/qebîle hebûna dibûne weke du dewletên ku șerê hebûn û tunebûnê bikin li ser sînorên di navbera xwe de şer dikin. Pêvajoya li dû şer zindan, neyartî, xwîn û tirs e. Piștî xwînrijandinê  eșîrek ji ber neyartiya ya din berê xwe didan metropolan.

Gelê kurd pêșiyê ji ber kevneșopiyên xwe yên nebaș, derba ber bi tunebûnê ve xwar. Min wisa dît û wisa tesbît kir. Ev lêkolîn ji bo aliyê Serhedê bû. Li aliyê Botanê ji ber  ku di salên 90’an de serdestan gund dișewitandin gundî ji ber neçariyê berê xwe didan bajarên mezin. Niha li rewșa kurdên li metropolan dijîn mêze dikim dibînim ku hewcehiya wan bi birêxistinkirineke baș heye. Ji bo ku xwe li xwe bigrin li ber asimilasyonê neheșifin pêwistiya wan bi rêxistinkirinê ye. Li Serhedê piștî wextan  gel/ciwanên  șoreșger bi tevger bûn. Bi xebatên xwe șerê êl eșîran bi temamî nebejî dan sekinandin. Min li jor jî bi lêv kir, kevneșopiyên ne baș, kurdan weke netewe lawaz kirin. Divê  ev mijar di bin sernivîsekî de bi berfirehî were niqașkirin  ku gelê kurd çawa û çiqas, weka netewe zirar ji zagonên edetî dîtin? Di van șeran de rola qereqol û hêzên leșkerî di çi astê de bû wê demê?  Di romanê de bi awayekî zelal  min nivîsibû. Hema ji ber ku ne bi zimanê min bû min weke prensîb neda ber weșanê. Demek șûnda min lê mêze kir ku dî gelek rûpel jê winda bûne, ez pê xemgîn bûm. Lazim e ku ji bo îrojî ev mijara koç û malbarkirinê û sedemên vê mijarê bên analîzkirin û nivîsandin.

Gerekî rola hêzên serdest di aliyê keveneșopiyên ne li rê de çi ne /çawa derdikevin pêş were lêkolînkirin. Kurd çawa û ji ber kîjan  sedeman dikevin ber bayê koçê û ji welatê xwe dûr diçin? Û çawa mejiyê wan bi eșîrtiyê ditevize û dest ji netewebûnê berdidin û xwe bi her du destan bi eșîra xwe ve  dizeliqînin bi hêsanî  nabêjin neteweya min lê dibêjin eșîra min,  Ev mijara eșîratiyê bi min a gelê kurd xapandineke. Mijareke pir giring e. Wisa mijarek giring e ku însanan heta îxanetê dibe. Van rojan derdê îxanetê tê axaftin! A ku em kurd her daîm ji ber birîndar û li nîvê rê mayîne, șerê navxweyî û hevdu nenasnekirinê dihûne, dibe sedema hevkujî û îxanetê. Bimre îxanet!.