4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya ‘sûcdariyên’ li Mehmet Alî Ertaş

Ji ber ku ji karê rojnamegeriya kurdî aciz in keda birûmet a hevalê me Mehmet Alî Ertaş bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” ve girê dane û dixwazin wî û hevalên ku pê re girtine ceza bikin

Hefteya borî doznameya der barê 15 jê girtî 18 rojnamegeran de ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya a Amedê ve hat qebûlkirin. Doznameya ku ji aliyê dozgeriya Amedê ve der barê rojnamegeran de hatiye amadekirin ji 728 rûpelan pêk tê. Di doznameyê de bi hinceta bernameyên çêkirine, axaftinên bi mêvanên wan re, hevpeyvînên ku kirine û daxuyaniyên ku dane sûcdariya “endamtiya rêxistinê” li rojnamegeran hatiye kirin.

Sûcdariyên ku hatine kirin bi salan e heman sûcdarî ne. Mixabin tu guhertin di van sûcdariyan de çênabin. Tenê kesên ku sûcdariyan dikin û kesên ku sûcdarî li wan tên kirin diguherin. Bi gotineke din dozgerên ku bi alîkariya polîsan sûcdariyan peyda dikin û rojnamegerên ku ji bo agahdarkirina raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên ragihandinê dikin, diguherin. Tabî bi van guhertinan re dem jî diguhere û rengên sûcdariyan jî li gorî demê diguhere.

Sûcdariya çavdêrî

Lê sûcdariyên ku li Midurê Karê Nivîsan ê rojnameya me Xwebûn Mehmet Alî Ertaş hatine kirin, sûcdariyên balkêş in. Di vê nivîsê de dixwazim li ser van sûcdariyan rawestim û rastiya li dijî rojnamegerên kurd û rojnamegeriya kurdî raxim ber çavan. Bernameyên ku hevalê me Ertaş ji Stêrk TV’yê re çêkiriye bûne mijara sûcdariyê. Tê gotin ku Ertaş di bernameya “Çavdêrî” de bi pirs û nirxandinên ku kiriye “propagandaya rêxistinê” kiriye.

Em naveroka bernameyan bi tevahî nizanin lê teqez nêrînên hevalê xwe Ertaş ên der barê geşedanên ku li Kurdistanê diqewimin baş dizanin. Hebe hebe wê gotibe ku tişta li dijî gelê kurd, xwezaya Kurdistanê û siyasetmedarên kurd tê kirin zilm, talan û tunehesibandin e. Ma heman tişt îro jî ne derbasdar in? Ji bilî zilm, talan û tunehesibandinê dikare navekî din tişta ku desthilata AKP-MHP’ê tînin serê kurdan bê kirin.

Sûcdariya hevpeyvînan

Bê guman sûcdarî tenê bi bernameya “çavdêrî” ne bi sînor in. Ji ber hevpeyvînên ku bi Parêzer Kazim Bayraktar, Endama Lijneya Birêvebir a TEV-DEM’ê Foza Yûsif û Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan Akin Bîrdal re kiriye jî sûcdarî li hevalê me Ertaş hatine kirin. Di van her sê hevpeyvînan de Ertaş der barê tecrîd, êrîş û binpêkirinên mafan ên li dijî gelê gelê kurd û rêberê wan de pirsan kiriye.

Di vir de jî çawa ku navê zilm, talan û tunehesibandinê heye û divê bê ziman di heman demê de navê tecrîd, êrîş û binpêkirinên mafan jî hene û divê her demê ev bên ziman. Heke wiha nebe wê her zilm, talan û tunehesibandin, tecrîd, êrîş û binpêkirinên bidomin û kurd ji vê xisarê bibînin. Li gorî doznameyê, ji aliyê rojnamegerekî kurd ve  anî ziman a van pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li ser gelê kurd sûc e.

Sûcdariya kovar û rojnameyan

Her wiha di doznameyê de ji ber xwendina kovara Jîneolojî û Demokratîk Modernîteyê jî sûcdarî li hevalê me Ertaş hatine kirine. Ma qê xwendina kovaran tenê sûc e? Na bê guman! Derxistin û belavkirina rojnameyên kurdî jî li gorî daraza AKP-MHP’ê sûc e. Di doznameya Ertaş de Azadiya Welat û rojnameya me Xwebûn ku Ertaş Midurtiya wê ya Karên Nivîsan dike jî bi bîr xistine û wî bi van rojnameyan sûcdar kirine.

Bi kurtasî bi doznameyê ji hevalê me Ertaş re dibêjin; em ji kurdbûna te aciz in tu diçî di rojnameyên kurdî de xizmeta geşbûna tişta em jê aciz in dikî. Ji ber ku nikarin vê bi awayekî aşkera vê bibêjin, keda birûmet a hevalê me Ertaş bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” ve girê dane û dixwazin wî û hevalên ku pê re girtine ceza bikin.