21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat 200 roj in ji bo edaletê bang dikin

Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Amedê hatibû destpêkirin di roja 200’î de berdewam kir. Bi boneya roja 200’î ya Nobeda Edaletê MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, TJA, DBP, HDP, OHD, MED-DER, ÎHD, TMMOB, Rêvebiriyên Xwecihî ya HDP’ê, Baroya Amedê, Dayikên Aştiyê, Hewldana 78’an, TÎHV, DÎSK, KESK, DÎK, Komeleya Wêjekarên Kurd jî di nav de gelek sazî li Parka Koşûyûlûyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî dan.

Nûnerên rêxistinên civakî pankarta “Ji Giriyên Nexweş re Azadî” vekirin. Li ser navê malbatên girtiyan Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler daxuyanî xwend. Guler destnîşan kir ku armanca wan berdana girtiyên nexweş e û xwest partiyên siyasî hemû li cem wan bin û got: “Ewilî divê girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Em girtiyan bi tenê nahêlin.”

Hevseroka OHD’ê ya Şaxa Amedê Ozum Vûrgûn jî anî ziman ku her dem li cem kesên têkoşer in û serkeftin ji malbatan re xwest.

Rêveber û malbatên beşdarî daxuyaniyê bûn dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin û dawî li çalakiyê anîn