spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taybetiya lêkerên ‘bûn’ û ‘kirin’

Di kurdî, bi taybetî kurmancî de lêkerên ‘bûn’ û ‘kirin’ hin peywiran digirin ser xwe. Ev taybetî di dema bikaranîna wan de derdikevin pêş. Hewce ye ku rewş bê dahûrandin û destnîşankirin. Ez ê di vê nivîsarê de balê bikişînim ser peywira ‘bûn’ û ‘kirin’ê ya ez jê behs dikim.
Em dikarin bêjin hema di her zimanan de ev her du lêker bi vê taybetiya xwe hene. Lê mijara me wê bibe zimanê kurdî, ev rewş çawa derdikeve pêş, çi dirûvî digire ez ê li ser wê bisekinim.

Lêkera ‘bûn’

Koka lêkera ‘bûn’ê rewşa dînamîzma navxweyî dihewîne. Dînamîzma jixweber. Ji vî aliyî ve xwezayîbûn di kesayeta lêkerê de heye. Ji aliyê ziman ve taybetiya jixweberiyê îfade dike. Tu kes mudaxele nake, lê bandor nake, di bin siya tiştekî de namîne, her çi be bi dînamîzma di nava xwe de wê dike nav liv û lebatê, pêşde yan paşde dibe, bilind dike yan jî berjêr dike.

Pîvaz şîn bû, keçik mezin bû, fêkî pûç bû, av zelal bû, av sar bû, se har bû, makine xira bû û hwd. Lê binêrin di van hevokan de jixweberiyek heye. Kesekî, tiştekî lê mudaxele nekiriye çi bûye bi dînamîzma xwe pêk hatiye. Pîvaz bi peresaneke xweser şîn dibe, digihîje; keçik bi salan re mezin dibe, fêkî bi taybetiyên mêwetiya xwe bi demê re pûç dibe, şêlûbûn diçe, vedibe û av zelal dibe, pîleya avê dikeve, germahî dawî dibe û piştre av sar dibe, se nexweş dikeve, giran dibe û piştre har dibe, makîne piştî xebatê arize dide, dimahe, alavên wê bêkêr dibin û xira dibe. Pêkhatin û qewmîn tev xwezayî ne, ji derve mudaxeleyeke mirovî yan jî hêzeke mirovî liv û tevgerê dernaxe holê.

Weke ku lêkerên nerêdar (negerguhêz) çawa pêk tên lêkera ‘bûn’ jî wisa darîçav dibe. Kirde bixwe tevgerê pêk tîne. Pîvaz (kirde) şîn dibe, keçik (kirde) mezin dibe, se (kirde) har dibe. Çawa em bêjin, Azad (ew-kirde) keniya, Dîlan çû (ew-kirde) û hwd. Ango ya ku liv û tevgerê derdixe kirde ye, ne tiştekî din.

Teşeyekî bikaranîna lêkera ‘bûn’ê jî wiha darîçav dibe. Ev jî gava lêkera ‘bûn’ rewşekê derpêş bike derdikeve holê. Lê ji xeynî kişandin û teşegirtina wê tu tiştek naguhere, dîsa jixweberî, xwezayîtî û dînamîzma navxweyî tê û lê ye. Ez mamoste me, ez mamoste bûm, ew rewşenbîr e, ew rewşenbîr bû, hûn serbilind in, hûn serbilind bûn. Ê ku mamoste ye, bûye mamoste, rewşenbîr, ên serbilind in, bûne serbilind ew bixwe ye/ne yanî kirde bixwe ye/ne.
Tevgera bi lêkera ‘bûn’ê pêk tê beriya mirovatiyê û civakbûnê jî hebû û wê piştî mirovatî û civakbûnê jî hebe. Ji ber ku koka wê di nav xwezayê de ye, heta xweza hebe lêkera ‘bûn’ê jî wê her hebe.

Lêkera ‘kirin’

Kirin, karîn, kar bi çalakiya mirov re yekser eleqedar e. Kirin kedekê dixwaze û derketin û darîçavbûna wê bi kedê re derdikeve holê. Mirov ango ked nebe ‘kirin’ pêk nayê. Tevger û lebata ‘kirin’ê îradî ye. Mudaxele ye û jixweberî tune ye. Dînamîzma ‘kirin’ê ji derve tê. Di navbera mirov kar, heyber, têkber û lêkerê de têkiliyeke rasterast heye. Têkber, heyber û kar tebat e, dînamîzm pê re tune ye, dînamîzm ancax bi destê mirov pêk tê. Ev jî dide xuyakirin ku kirin tenê karê mirovan e. Tu heywan nikarin ‘kirin’ê pêk bînin. Heyberên din jî bê can in û şiyana dînamîzma kirinê pê re nîn in.

Ez ê bikim- min kir, wî xwarin amade kir, Şevînê destê xwe li ba kir, te mijar zelal kir, me behsa te kir û hwd. Di van hevokan de tiştê bine wê bê xêzkirin ev e: Têkiliya mirovan an jî têkiliya kirdeye yekser bi heyber an jî li gorî rêzimanê birêserê re çêbûye. Yanî mirovan mudaxeleyî tiştinan kiriye. Hêzek ji derve bi kar anîne, tiştin bi tevger kirine û ev yek bi destên xwe, bi hêz an jî îradeya xwe kirine. Em gava li ser lêkera ‘kirin’ê disekinin dibînin ku bi riya mirov, bi civakbûnê re eleqedar e. Pêdiviyên ku mirov dabînî dike civak derxistine holê û civakê jî ev pêdivî rêk û pêk û teqez kirine riyekê. Me gotibû, koka kirine ked e. Ked tenê bi serê mirovekî ser û ber nabe, binyata civakbûnê hewce dike û civakê pêk tîne jî.
Tevgera bi lêkera ‘kirin’ê pêk tê bi mirovatiyê û civakbûnê re derketiyê û temenê wê jî bi mirovatiyê û civakbûnê re sînordar e.

Dema mirov lêkera ‘kirin’ê bi lêkera ‘bûn’ê re rûberî hev dike teqez berevajî hev in. Jixweberî-dînamîzma hundirîn û mudaxele yan jî hêz û karê mirovî… Weke mînak yek şîn-zelal, sar, har dibe ya din şîn-zelal, sar, har dike; bûn û kirin kurtebira wê ev e.