20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên rêxistinên civakî binçavkirin şermezar kirin

Kongreya Demoktratîk a Gelan (HDK), ji bo ku bertekan nîşanî serdegirtinên polisan û binçavkirinan bide daxuyanî da. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Parlamenterên HDP rêveberên SYKP, ESP, Partiya Şoreşger û gelek endamên partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn. Li cihê daxuyaniyê pankarta “Serdegirtin, binçavkirin, girtin dê me neçewisînin em HDK’ê bi hev re diparêzin” hat vekirin û timik dûrşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bil mil” û “Wê zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr destnîşan kir ku polisan bi rêbaza dewleta mafyayê serê sibehê deriyên HDK’ê şikandiye, avahî serûbin kirine, dest danîn ser kompûteran û wiha got: “Li dewletên ku hiqûq lê nirxeke rêbazên bi vî rengî ti carî nabe. Lê belê ev der Tirkiye ye. Li vî welatî ne hiqûq serwer e, ne jî mafên destûra bingehînî derbas dibe. Hikumeta mafya ya AKP û MHP’ê li ser desthilatdariyê ye û gotina wan derbas dibe. HDK wê ti carî dest ji paradîgmaya demokratîk û azadîparêz bernede.”

Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî jî anî ziman ku eger dixwazin ku azadiya siyasî û mafên demokratîk hebin, divê li ber tecrîdê, li ber OHAL’ê, li ber qeyûm bi hev re rabin û wiha got: “Ya em ê îro bi ser bixînin ya jî em ê li dewamkirina vê sîstemê temaşe bikin. Em lê temaşe nakin. Em HDP, hêzên di bin sîwaan HDP’ê de li dijî faşîzmê têkoşîn û berxwedana xwe dewam dikin. Heta ev sîstem neyê guhertin wê aramî ji bo kesî nebe û ji bo mezinkrina têkoşîna li dijî faşîzmê bang kir. Dem dema kombûna di nava tifaq û eniya demokrasiyê de ye. Bi vî rengî em dikarin pêşî li vê barbariyê bigirin.”

Piştî Temellî nûnerên pêkhateyên din ên HDK’ê jî axivîn û peyamên xwedî derketina li HDK’ê û mezinkirina têkoşînê dan.