20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan deriyê HDK’ê şikand

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girt. Polîsan piştî demekê li avahiya deriyê wê şikandin lêgerîn kirin ji wir derketin. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê daye destpêkirin de bi ser avahiye de girt û hin materyal desteser kir. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran bi ser gelek malan de hatiye girtin û der barê 42 kesan de biryara binçavkirinê heye.

Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de jî bi ser avahiya Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) li Taxa Şîrînevler a Stenbolê de girtin. Polîsan bi hem wext bi ser malên endam û rêveberên komeleyê de jî girtin. Polîsan di serdegirtinên 5 bajaran de 22 kes binçav kirin.