26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat 50 roj in li Sêmalka di nobedê de ne

Hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê ku di şerê TSK’ê yê li Herêma Kurdistanê de cih digirin, di 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfan kemîn danîbûn. Di kemînê de 5 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Hêzên PDK’ê cenazeyên HPG’iyan desteser kirine û 87 roj in cenazeyan nadin malbatên wan.

Malbat ji bajarê Qamişlo yê Qantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo girtina cenazeyên li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakî li dar xistibûn. Dayikên Aştiyê û malbatên Nesrîn Temîr a YJA STAR’î û Yûsif Îbrahîm ê HPG’î li deriyê sînor 50 roj in kon vedane.  Nobeda malbatan di roja 50’emîn de berdewam dike.

Di nava rojê de nûnerên rêxistinên civaki hatin serdana konê nobedê û piştgirî dan malbatan. Gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê serdana nobetê dikin û nobetê dewr digirin. Dayik bi israr in ku heta girtina cezayên zarokên xwe nobeda xwe bidomînin.

Malbata Şenyaşar 260 roj in Nobeda Edaletê digirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 260’emîn de berdewam kir. Malbatê li cihê ku weke “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin, çalakiya xwe berdewam kirin.