26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat ji bo edaletê li ber xwe didin

Malbatên ku PDK’ê cenazeyên zarokên wan desteser kirine 2 meh in li Sêmalka kon danîne û ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe têdikoşin. Li Rihayê jî malbata Şenyaşar 9 meh in ji bo kujer bên darizandin û cezakirin Nobeda Edaletê digirin. Li Amedê jî malbatên girtiyan, ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye bêne berdan li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin.

Berxwedana Sêmalka didome

Çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ku li dergeha Sêmalka ji 5’ê cotmehê ve dest pê kiriye 2 meh li pey xwe hişt. Heta niha bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser piştgiriya çalakiyê dikin. Ji bo hikûmeta başûrê Kurdistanê û PDK`ê cenazeyê Serdem Cûdî û Tolhildan Raman bidin malbatan, gelek rêxistinên mafên mirovan bang li hikûmetê kirin. Malbat 2 meh in nobedê digirin. Lê heta niha hikûmetê tu bersiv nedaye. Malbat jî di wergirtina cenazeyên zarokên xwe de bi israr in.
Berpirsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hevî Seyid, têkildarî çalakiya ku 2 meh in didome axivî. Seyîd anî ziman ku çalakiya wan 2 meh in didome û wiha got: “Piştî bûyeya Xelîfanê ku 6 hevalên me di kemîna PDK’ê de hatin şehîtkirin, me dest bi vê çalakiyê kir. Ji bo em cenazeyên şehîdên xwe bigirin me li Sêmalka kon veda. Me malbatên şehîdan ev kod veda û em dixwazin cenazeyên xwe wergirin. Dayikên Aştiyê jî çûn ser sînor, lê hikûmeta PDK’ê bêhurmetî nîşanî malbatan da. Malbat jî çûn, lê bêhurmetiyek nîşanî malbatan jî dan.”

Xaça Sor jî bersîv neda

Seyîd, anî ziman ku wan serî li Xaça Sor jî da û wiha got: “Me ji Xaça Sor xwest ku PDK cenazeyên şehîdan bidin malbatan. Me xwest ku Xaça Sor bên serdana kon bikin û daxwazên malbatan guhdar bikin. Lê heta niha tu bersiv ji Xaça Sor jî nehat. Tu bersîv ji PDK’ê jî nehat. Çalakiya kon berdewam dike. Heta ku cenazeyan radestî me nekin dê çalakiya me bidome.”

Her şev nobedê digirin

Hevî Seyid, da zanîn ku bi rojane hemû rêxistin û saziyên civakî yên herêma Cizîrê û tên serdana wan dikin û wiha axivî: “Hemû kesên herêma Cizîrê tên serdanê dikin. Ji bilî wê gelek parazvanên mafên mirovan, rewşenbir, nivîskar û siyasedmedar tên serdana kon dikin û piştgiriyek pir mezin heye. Piştevaniyek pir xurt heye. Ereb jî piştgiriyek mezin didin çalakiyê. Heta ku ev xiyanet bidome çalakiya me jî dê bidome. Banga me yekitî û aştiyê ye. Ji niha û şûnde têkoşîna me dê heta dawî dê bidome. Heta em cenazeyan bigirin û radestî malbatan bikin û em encamê bi dest bixin têkoşîna me dê bidome.”

Malbata Şenyaşar 9 meh in nobedê digire

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê 270 li pey xwe hişt. Malbata Şenyaşar her roj ji navçeya Pirsûsê dikevin rê û tên Rihayê li pêş edliyeyê çalakiya xwe berdewam dikin. Ferît Şenyaşar ê derbarê nobeta ku 9 mehên xwe temam kirin de axivî wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş edliyeyê îro 9 meh li pey xwe hişt. Herkes baş dizane ku li Edliyeya Rihayê bi awayekî aşkera bêhiqûqî, bêedaletî tê kirin. Kesên li Tirkiyeyê qala bêedaletî û bêhiqûqiyê bikin bila werin 10 deqîqeyan li pêş Edliyeya Rihayê bisekinin. Ku zilmeke çawa tê kirin û bêhiqûqiyeke çawa heye bibînin. Heke li Tirkiyeyê helal kirinek hebe divê ev li pêş Edliyeya Rihayê dest pê bike. Ji bo piştevaniyê em li bendê ne ku herkes were vê derê.”

Malbatên girtiyan zêde dibin

Çalakiya malbatên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediya ne bêne berdan, di 16’ê mijdarê de dabûn destpêkirin, li Baroya Amedê berdewam dike. Çalakiya ku bi 4 malbatan dest pê kir, bi tevlîbûna nêzî 10 malbatan berdewam dike. Di çalakiyê de xizmên girtiyan, Reşahat Ada, Hasîne Guler, Încî Guler, Feyziye Kolakan, Saît Demîr, Hakki Boltan, Safiye û Abdulkudus Baltaş, Yasemîn Kaya, Hazal Yildirim û Herdem Merwanî berdewam dike. Çalakiya li Baroya Amedê 18 roj li pey xwe hişt, Di çalakiya îro de rêveberên HDP’ê û DBP’ê serdena malbatan kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.