27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Îzol serdana malbata Şenyaşar kir

Li Pirsûsa Rihayê, di dema hilbijartina parlamenteriyê ya 2018’an de, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şeyaşar kiribûn û hevjînê Emîne Şenyaşar Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wê Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin. 

Piştî bûyerê kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar hatibû girtin û hê jî nehatiye berdan. Ji bo kesên hevjîn û du kurên wê kuştin bên cezakirin û kurê wê yê girtî bê berdan, Emîne û kurê wê Ferîd Şenyaşar 16 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” dikin.

Malbata Şenyaşar bi dowîzên ‘Em edaletê dixwazin’, ‘Ji bo zarokên min edalet’, ‘Ji bo hevjîn û zarokên xwe yên li ber deriyê nexweşxaneya dewletê hatin kuştin, edaletê dixwazim’ di roja 16’an de çalakiya xwe didomîne.

‘Qetlîam wek hev in’

Dîlan Îzola ku dê, bav, amojin û zarokên wê li Siwêregê ji aliyê kur û biyarên parlamenterê berê yê AKP’ê yê Rihayê Zulfîkar Îzol ve, bi hinceta nelihevkirina li ser zeviyan hatibûn kuştin, li cihê çalakiyê serdana malbata Şenyaşar kir. Îzol bi dayik Emîne Şenyaşar re axivî û diyar kir ku qetlîamên hatine kirin wek hev in û ew destek didin nobeda ‘Edaletê’.

Dayik Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku dê di daxwaza xwe ya ji bo pêkhatina edaletê de bi israr be û wiha got: “Ev pergal wiha nadome. Kengî hebe, zû yan dereng dê edalet pêk were.”

RIHA