27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Dozger kujeran diparêzin

Îro 28 roj in malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digire. Malbatê der barê biryara dadgehê de li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got: “Dozger kujeran diparêzin û dibin hevkarê sûc.”

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 28’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobeta ya “Edaletê” domandin. Dayik Emîne Şenyaşar ji ber nerihet bû, pêşî çû nexweşxaneyê û dû re çû ber Edliyeya Rihayê.

Li ser hesabê malabatê yê twîtterê têkildarî bêhiqûqiya dadgehê wiha got: “Îro ji ber pirsgirêkên tenduristiya diya min me dereng dest bi têkoşîna xwe ya edaletê kir. Bijîşk got ku divê li malê rûnê û bêhna xwe vede. Di bin zilmeke wiha de em nikarin li malê rûnên. Em li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi malbatî rastî komkujiyê hatin. Dozger kujeran diparêzin û dibin hevkarên sûc.  

Di 2’ê nîsanê de danişîna doza malbata Şenyaşar pêk hatibû û di encamê de dadgehê 37 sal û 9 meh li Fadil Şenyaşarê girtî birîbû. Her wiha dadgehê 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî. Malbat tevî hemû zext û zordariyan bi biryardarî çalakiya xwe ya “Edaletê” li ber Edliyeya Rihayê didomîne.

Xizmên parlameterê AKP’ê Îbrahim Halil Yildiz, beriya hilbijartina 24’ê hezîranê di 14’ê hezîrana 2018’an de êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşa bi çekan de bav Hacî Esvet û lawên wî Celal û Adil Şenyaşar li cihê dikana xwe û Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatibûn kuştin.