spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatê cenazeyê Avesta piştî 7 salan defin kir

Cenazeyê Stî Karatay a di 2016’an de li Şemzînanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin.

Endama YJA Starê Stî Karatay (Ezda Avesta) di sala 2016’an de li çoltera navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî 7 salan DNA’ya cenaze bi encam bû. Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê gazî dayika wê Aynûr Karatay hat kirin û cenaze radest kirin. Aynûr Karatay cenazeyê keça xwe di qitûyekê de wergirt û pişt re cenaze anî Wanê. Malbatê cenaze ewilî anî Wanê û pişt re jî bi wesaya cenaze ku kirê kir, bir navçeya Bazîdê ya Agiriyê. Malbatê cenazeyê Ezda Avesta li Goristana Koçkiran a navçeya Bazîdê spartin axê.

Polisan goristanê dorpêçkir û destûr nedan ku kes bikeve goristanê û dîmen û wêne bên kişandin. Piştre kesên ji bo veşartinê hatibûn ser goristanê ji malbatê re sersaxî xwestin.

Karatay a ku cenazeyê keça xwe piştî 7 salan wergirt wiha got: “Piştî 7 salan li şûna cenazeyê keça min çend hestî dan min. Heke ev ne zilm be lê çi ye? Mirov dikarin zilmek wiha qebûl bike? Lê hestiyek be jî ez bi vê yekê qayil im. Ez bi keça xwe serbilind im. Bila serê hemû gelê me sax be.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku cenazeyê endamê HPG’ê Egît Îpek ê di sala 2017’an de li Dêrsimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan di nîsana 2020’an de bi kargoyê ji dayika wî Halîse Aksoy re hatibû şandin.