6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Borikê: Ji bo azadiya bindestan divê Rêber Apo azad bibe

Endamên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Meclisa Borikê anîn ziman ku dê di sala nû de ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin: “Ji bo gelê bindest azad bibin divê Rêber Apo zada bibe. Pêdivî bi azadiya Rêber Apo heye."

Endamên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Meclisa Borikê anîn ziman ku dê di sala nû de ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin: “Rêber Apo şervanên xwe ji bo rizgarkirina hemû mirovahiyê û bi taybet jî gelên bindest perwerde dike. Em bawer dikin ku dê azad bibe.”

Civaka Êzidî di 3’yê Tebaxê de bi hevkariya PDK, dewleta tirk û DAIŞ’ê re rû bi rûyê qirkirinê mabû. Gel berdêlên zeni da. Lê bi destwerdana HPG’îyan re rizgar bûn, niha ji saya fikrê Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û destwerdana gerîlayan bûne xwedî rêveberî û hêzên parastinê, xwe deyndarê Rêber Ocalan dibînin û azadiya xwe jî di azadiya fizîkî ya wî de dibîne. Bi vê armancê 21’ê Cotmeha 2023’an pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, Ji Şengalê re Xweserî’ hate ragihandin. Têkildarî girîngiya pêngavê ji bo parastina Êzdayetî û wargeha pîroz ya Êzidiyan Şengalê, Endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Meclîsa Gel a Borik’ê ji nûçegîhanê Rojnews’ê Ziyad Ezîz re axivîn.

 ‘Rêber Apo ferqê naxe navbera gelan de’

Endamê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qasim Xwedêda diyar kir, Rêber Ocalan ferqê naxe navbera gelan û ji bo hemû gelan têdikoşe û wiha got: “Mijara Rêber Apo mijareke giran, kûr û dûr e. Rêber Apo bêyî fcûdahî ji bo hemû mirovahiyê kar dike. Rêbertî di heman demê de ti ferqek naxe navbera gelan de ku bêje tu Kurdî, Erebî anjî Ecemî. Ew dixwaze di nava hemû mirovan de wekhevî çêbibe. Zilma li Rêber Apo hatiye kirin, di cîhanê de li beramber tu kesî ne hatiye kirin. Rêber Apo demokrasiyê dixwaze. Li kûderê demokrasi pêk were, dê li wê derê dîkdatorî û desthilatdarî têk biçe. Ji ber vêya yên parastina dîkdatoryetê dikin, naxwazin demokrasî serbikeve, eger demokrasî serbikeve ewê tine bibin.”

‘Gerîlayên şagirtên Rêber Apo em rizgar kirin’

Xwedêda di dewama axaftina xwede îşaret bi têkoşîna Rêber Apo ya ji bo mirovahiyê jî kir û van rexneyan li rêxistinên îdîa dikin, parastina mafê mirovan dikin kir: “Rêxistinên Mafê Mirovan, eger birastî mafê mirovan diparêzin, çima li beramber zilma li Rêber Apo têkirin bêdengin, erka wan çiye? Rêber Apo kadroyên xwe ji bo rizgariya hemû bindest perwerde kiriye û gotiye, li kûderê bindestî hebe biçin wê derê rizgar bikin. Eger ne ji wan ba, Êzidî dê 2014’an di qirkirinê re derbas bû û yên xwespartibûn çiya jî ji birça û tîna miriban. Ma mirovahiyeke ji vêya mezintir heye? Di dîrokê de jî me nebihîstiye kes di dema fermanan de bi hawara Êzidiyan ve hatiye. Kê bixwaze ev koka mirovahiyê biparêze, dixwazin wî tine bikin.”

‘Rêber Apo dixwaze gel bixwe xwe rêve bibe’

Qasim Xwedêda diyar kir baweriya wî heye Rêberê Ocalan bigihije azadiya xwe ya fizîkî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Baweriya min bi azadiya Rêber Apo heye, ji ber ew bixwe azadiyê ji mirovahiyê û milletan re dixwaze. Mirovên wisa divê her bigihijin hedefa xwe. Rêbertiya me pêkvejiyanê dixwaze, lê hêzên desthilatdar dîkdatoriyê ferz dikin. Ew naxwazin gel bixwe xwe rêve bibin, ew dixwazin wan rêve bibin û bikin xulamê xwe. Rêber Apo dixwaze gel bigihijin ciheke xweş û xwe birêve bibin. Zilm û siyaseta li ser Rêber Apo û ya li ser Şengalê tê meşandin bihev ve girêdayîne. Hêviya me ewe em di vê sala nû de bi azadî û xweşî bijîn. Bi taybet jî em dibêjin divê Rêbertiya me azad bibe, ji ber ew ji bo azadiya me têdikoş e. Her wiha baweriya min heye wê sedî sed azad bibe. Mirovekî ji bo azadiya mirovan têdikoşe divê azadiyê bibîne û azad jî bibe.”

‘Emê fikrê Rêber Apo belav bikin’

Endamê Meclisa Gel a Borik’ê Sebah Mîrza jî got: “Em hêvî dikin ev sal bibe saleke xweş ji bo Êzidiyan û Rêber Apo. Dixwazin Rêber Apo ji zîndanê derkeve û azadiya wî ji xwedê dixwazin. Em dixwazin bi rêya pêngava azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo di nava civaka Êzidî de belav bikin. Tişta ji me tê xwestin belavkirina fikrê Rêber Apo ye. Em dixwazin hemû gelên bindest bigihijin azadiya xwe, bigihijin xêr û xweşiyê. Her wiha daxwaza me ewe Rêbertî ji zîndanê derkeve.”

‘Em dixwazin di sala nû de Rêber di nava xwede bibînin’

Endamê Meclisa Gel a Borik’ê Mam Hesen Elî jî diyar kir wan dixwest bi Rêberê xwe re bikevin sala nû  û got: ‘:25 sal zêdetir e, zilm û ne heqiyeke mezin li Rêber Apo têkirin û di nava çar dîwaran de ye. Ne rêxistinên Mafê Mirovan yên Cîhanî ne jî dadgehên navnetewî di vê mijarê de tiştek nakin. Rêbertiya me ne dikare malbata xwe ne jî parêzerên xwe bibîne. Me dixwest di vê sala nû de Rêber Apo di nava xwede dîtiba. Divê em weke gelê Şengalê ji bo mezinkirina pêngava azadiya Rêber Apo bikevin tevgerê. Rêber Apo ji bo mirovahiyê kar dike û ti zirerek ne daye ti kesî. Ji ber vê divê azad bibe.’