18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclîsa Îştar a Mexmûrê 13’emîn konferansa xwe pêk anî

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Bi Jina Azad Re Ber Bi Pêşerojek Azad Ve Bimeşin’ 13’emîn konferansa xwe li dar xist.

Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Bi Jina Azad Re Ber Bi Pêşerojek Azad Ve Bimeşin’ û bi beşdarbûna 300 delegeyan 13’emîn konferansa xwe pêk anî. Meclisa Îştarê li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiyê dest bi konferansê kirin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Pakîstan Bîlen axivî.

‘Xwe gihandina asta herî jor a zanabûnê pir girîng e’

Pakîstan Bîlen di destpêka axaftinên xwe de 13’emîn Konferansa Meclîsa Îştar li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Dewleta tirk ji bo ku bikaribin gelê kurd bê îrade û Rêbertî bihêlin, serî li hemu riyan dide. Zîhniyet û hêzên heyî çi dikin, em çawa dibînin ji me re girîng e. Ji bo wê wek jin li vê derê xwe rêxistinkirin ji bo me pir girîng e. Rewşa ku niha tê jiyîn, bi taybet jî rewşa Rêbertî ji bo ku em bikarin ji xwere wek rojevek esasî bigrin, xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî ya ku em dibêjin wek pergal alternatîfa li beramberî sîstema desthilatdar a ku li hemu cîhanê tê meşandin e, xwe perwerde kirin, rêxistinkirin û wek jin xwe gihandina asta herî jor a zanabûnê ji me re pir girîng e.”

Konferans sê rojan berdewam kir, di nava van sê rojan de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa siyasî, xebatên rêxistinî yên du salan hatin xwendin û nirxandin, hevpeymana Meclîsa Îştar bi guhertinên hatîn çêkirin re di erêkirina konferansê re hat derbazkirin u pêşnumebiryar bi plansaziya du salan hat diyar kirin û erêkirin. Herwiha saziyên Mexmûrê jî bi peyamên xwe piştgiriya xwe ya ji bo li darxistina Konferansa Meclîsa Îştar nîşandan. Piştî xwendina rêvebirnameyê 81 endamên nû yên Meclîsa Îştar ku hatîn hilbijartin ji bo du salan xebat bidin meşandin biryardariya xwe nîşandan. Endama Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan axaftina girtinê kir.

‘Me wek temsîla jinên Kurdistanê vê konferansê lidarxistiye’

Sultan Yildiztan diyar kir ku ruxmê metirsiyên heyî beşdarbûna jinan a konferansê ji bo dewleta tirk a dagirker tirsek e û wiha got: “Îro tijîbûna salonê ji bo me hemuyan moralek mezin e. Em di wê baweriyê de ne ku ew hevalên nû dikevin nava xebatên Meclîsa Îştar wê hîn zêdetir û bi serketîtir karê xwe bimeşînin. Dema mirov îro li cîhanê temaşe dike ne tenê li Kurdistanê, li hemu cîhanê şerê ku tê meşandin hemu zorî û zehmetiyan jin û zarok dikişînin. Ji ber wê me wek temsîla jinên Kurdistanê vê konferansê lidarxistiye. Em di wê hêviyê de ne ku ev konferans bibe konferansa ku em Rêbertiya xwe fîzîkî di nav xwe de bibînin û tecrîda girankirî were şikandin. Ev hêviya me hemu dayîkan e.”

Piştî axaftina girtinê encamnameya konferansê ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantûr Kara ve hat xwendin.

Biryarên ku di encamnameya konferansê de hatine diyarkirin wiha ne:

“1-Hemu xebatên werin meşandin li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber APO were meşandin.

2-Di asta wargehê de armanca sereke ya Meclîsa Îştar wê rêxistinkirina jinan be.

3-Her wiha ji bo giştî jinên wargehê û giştî civak di guhertina zihnî re were derbazkirin pêşxistina perwerdeyên bîrdozî.

4-Bê guman di aliyê parastina civakê de hemu hemwelatiyên civakê berpirsyarin, lê taybetî wekî Meclîsa Îştar xurtkirina xebatên parastinê werin xurtkirin.

5-Li ser esasê paradîgmaya Rêber APO xwe rêxistinkirin û bi xwe re jî giştî civakê rêxistinkirin wê xebatek sereke be.

6-Bi zanista Jineolojî û şîara ‘Jin Jiyan Azadî’ wê di her dem û cihî de têbikoşin.”

Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.