18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşvanên Azadiyê gihiştin Gemlikê

Meşvanên Azadiyê ku di navde Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari jî heye gihiştin Gemlikê. Di meşê de Tulay Hatîmogullari got “Werin em vê tecrîda li Îmraliyê bişkînin. Werin em birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bikin.”

Di pêşengiya KCD, TJA, DBP, HEDEP, MED DUHAD-FED û MEBYA-DER’ê de bi hezaran endam û rêveberên saziyên sivîl û demokratîk ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê berê xwe dan navçeya Gemlikê ya Bursayê. Bi hezaran kesên beşdarî Meşa Azadiyê bûn, gelek ji wan ji aliyê polîsan ve li bajarên Kurdistanê hatin astengkirin. Li Tirkiyeyê jî bi pêşengiya HDK, HEDEP, TJA, MED TUHAD-FED, ANYAKAYDER, DBP û NÇM’ê ji bajarên herêma Ege  û Marmarayê berê xwe dan Gemlikê.

Bi sedan maşîne her çend polîsan xwest wan asteng bike jî xwe gihandin navçeya Gemlikê. Di Meşa Azadiyê de Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatimogullari jî amade bû. 20 kîlometre nêzî navçeya Gemlikê karwanên diçin Gemlikê rawestiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê girseyê Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari daxuyanî da. Hatîmogullari anî ziman ku îro li diijî tecrîda li Îmraliyê dimeşin Gemlikê û wiha got: “Ji bo em biçin Îmraliyê em li vir in. Bi rojan ji bo em biçin Genlikê li Kurdistan û Tirkiyeyê em bi gel re tên cem hev. Em dibêjin bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Em dibêjin bila Birêz Ocalan demek berî demekê di aliyê fizîkî de azad bibe. Em bang li raya Tirkiye û cîhanê dikin. Duh ji amed, herêma Çukurova, Serhedê û ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê gel berê xwe dan îmraliyê. Me çalakiyên cur be cur pêk anîn. Gelek hevalên me hatin binçavkirin û astengkirin. Ji çar aliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê mirov dixwazin berê xwe bidin Gemlikê. Lê zextên polîsan pir zêde ne. Em dibêjin bila pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û diyalogê çareser bibin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî nayê Tirkiyeyê. Aboriya Tirkiyeyê baş nabe. Em dubare bang dikin. Werin em vê tecrîda li Îmraliyê bişkînin. Werin em birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bikin.”