5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

30 salan girtî ma: Peyv têra vegotinê nake

Yusuf Aydin ê ku 30 salan girtî ma û îro ji girtîgehê derket got: “Ez çiqas bibêjim peyv têrê nake.

Girtiyê siyasî Yusuf Aydin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Alîaga Şakran a Îzmîrê girtî bû, piştî 30 salan hate berdan. Aydin, di sala 1993’yan de li navçeya Bayrakli ya îzmîrê hatibû binçavkirin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Di 32 saliya xwe de ketibû girtîgehê û piştî 30 salan di 62 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Aydin heta niha li girtîgehên Buca, Aydin, Bolu û Kiriklarê ma. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hatibû kirin û li vir tehliye bû.

Endamên malbata Aydin û EGE-TUHAYDER’ê Aydin li pêş girtîgehê pêşwazî kir. Aydin ji girtîgehê çû mala xwe ya li Taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê û li taxê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Ji bo Aydin, kevokên ku remza aştiyê ne hatin firandin.

Di dema pêşwazîkirinê de Aydin kêliyên hestiyar jiyan û got: “Me bedeleke mezin da û hêj didin. Ji ber tehliyebûna xwe bikelecan im. Lê belê ji ber hevalên xwe yên li pey min man jî xemgînim. Bi salan em bi hev re têkoşiyan. Lewma xemgînim. Zehmete ku ez bikarim hestên xwe vebêjim. Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne.”