4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Dewleta netewe pirsgirêkan zêde dike

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku dewlet netewe pirsgirêkan çareser nake, lê kûrtir dike. Rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Eger di dewleta netewe de israr dewam bike, ev tê wê maneyê pirsgirêk û şer ê dewam bikin.”

Îro li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê şer zêde dibe. Di şer de herî zêde jin, zarok û mirovên sivîl jiyanaxe ji dest didin. Têkildarî domkirina şer Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di parêznameya 5′emîn a “Manîfestoya Şaristandiya Demokratîk” û “pirtûka”Parastina Gelekî” de çareseriyan ji aloziya ku 75 sal in dewan dike re pêşkêş dike.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di parêznameya 5′an de diyar dike ku dewletên netewe yên Kurd û Filistînê çareseriyê bi xwe re neanin û dibêje: “Eger di dewleta netewe de israr dewam bike, ev tê wê maneyê ku pirsgirêk û şer ê dewam bikin. Eger wekî din dewletên netewe (mînak dewletên netewe yên Kurd û Filistînê) bêne avakirin ev dewlet ê alîkariya çareseriyê nekin, bi tenê wê li pirsgirêkên heyî yên nû zêde bikin. Eger tişta weke çareserî pêşkêş bikin hê bêhtir kapîtalîzm û îndustriyalîzm be, çawa ku li gelek guherên dinyayê tê dîtin, wê ev rewş bêhtir krîz, bêkarî, şer, talana hawîrdorê û qirêjbûna avhewayê be.′′

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku sîstematîka dewleta netewe ya li Rojhilata Navîn weke ku tê îddîakirin, çavkaniya çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakî û neteweyî nine û vê nirxandinê dike: ′′Berevajî pirsgirêkan mezin dike, giran dike, kûr dike û dike ku mirov nikaribe ji navê derkeve. Dewleta netewe pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan diafirîne. Ji vê jî wêdetir, heman sîstem ne bi tenê dewletên Rojhilata Navîn, civakên wê jî heta hêza wan nehêle berra hev dide.′′

Li gorî Rêber Abdullah Ocalan, heta mentiqê dewleta netewe neyê terikandin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji nava pêxîrtengiyên kûr û pirsgirêkan rizgar bike, ji şer û pevçûnan dûr bixe.

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka “Parastina Gelekî” de jî balê dikişîne ser pêşketina Îsraîlê di hembêza Ereban de ku bû sedema xurtkirina nakokiyên neteweyî û olî ” Ji ber ku heta niha Îsraîl di himbêza Ereban de pêş ket netewparêzî û dîndariya Ereban jî xurt kir, lê êdî rewşeke berovajî li ber derî ye. Êdî hemû dunyayê jî baş fêm kir ku şerê Ereb-Îsraîlê yê kronîkbûyî bi netewparêzî û dîndariyê çareser nabe. Eger pêşengiyên netewparêz û dîndar li dawiyê werin hîştin û pêşengên demokratîk derbikevin holê wê ev rewşa heyî ya kilîtbûyî vebe. Di mînaka Qibrisê de jî hat dîtin, hem şertên der ve, hem jî yên hundur ji bo meyla çareseriya demokratîk derfet û îmkanên xurt didin. Ji bo vê yekê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi planên berçav dikeve rojevê. Nexasma demokratîzekirina Erebîstana Suûdî û Misrê girîng tê dîtin. Welatên din ên piçûk ên Ereb mîna ku ji rewşa Iraqê ders wergirtibin neçar eleqeyê nîşanî demokrasiyê didin. Ji der ve raya giştî ya cîhanê, di hundur de hesretên demokratîk û komîn ên civakê ku bi hezarsalan hatine tepisandin û ji rê hatine derxistin, li ber hişyarbûnê ne. Dewletên Ereb ên despotîk demeke dirêj nikarin li hemberî van her du rastiyan li ber xwe bidin û rê li demokrasiyê venekin. Navên wan ên komar û melîkiyet di warê demokratîkbûnê de ti rola wan nîne. Her du jî meyla wan a despotîk xurt e. Ya girîng  ew e ku ji bo demokrasiyê bi berpirsiyarî tevbigerin û rê bidin piçûkbûn û bi sînorkirina dewletê.′′

Rêber Abdullah Ocalan di cîlda 5′an a diyar dike ku teoriya neteweya demokratîk hêmana sereke ya çareserker a modernîteya demokratîk e û dibêje: “Ji bilî teoriya neteweya demokratîk teoriyeke din nîne li dijî teoriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst civaka mirovatiya gerdûnî mîna serjêkeran hûrûhûrî kirî, civakê ji nû ve bigihîne hev û di nava azadiyê de li cem hev bigire. Teoriyên din ên civakî li hemberî pirsgirêkên roja me ya îro ji roleke marjînal pêve nikarin bi roleke din rabin û maneyekê îfade bikin. Teoriyên lîberal ên kapîtalîst, li şûna ku nexweşiyên kanserolojîk ên ku kapîtalîzmê li serê mirovatiyê dewamî kirine çareser bike û civakê bigihîne tenduristiya wê, bi tenê bi dayîna hinek dermanan temenê nexweşê kansêrî piçekî din dikarin dirêj bikin. Bi tevahî çareseriyên ev teorî pêşniyar dikin, pirsgirêkan mîna çiyan mezin dikin û bi vî awayî temenê modernîteya kapîtalîst hinekî din dirêj dikin. Bûyerên di sedsala dawî ya Rojhilata Navîn de diqewimin, vî hukmê em didin piştrast dikin. Civaka Rojhilata Navîn tevahiya dîrokê, heta beriya bi deh hezar salan di nava yekparebûneke çandî de jiyanek ava kir û di nava agirê Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, ev jiyan ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve bi awayê qesabekî hat hûrkirin û ji însafa cinawirên bi navê dewleta netewe re hat hiştin.′′

Rêya Çareseriyê: Yekîtiya neteweyan e

Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Îsraîl û Filistînê vê çareseriyê wiha pêşniyar dike: “Ji bo Îsraîlê û gelên Cihû rîya duyemîn ew e, ji nava çembera dijminan a her tim xurt dibe dikare derkeve, tevlî projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bibe û li ser vî bingehî ji bo gavavêtinê dikare bibe xwedî însiyatîf. Sermayeya maddî û entelektuel a li pişta Îsraîlê ji bo projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk dikare bi roleke girîng rabe. Bi vî awayî hem dikare xwe weke neteweyekî demokratîk bêhtir têkûz bike, hem jî dikare vê li nava Rojhilata Navîn di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya demokratîk de pêk bîne, û pê bigihîje wê aştî û ewlekariya mayînde ya gelekî hewcedarî wê ye.′′

Dewletparêzî aloziyan kûrtir dike

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka Parastina Gelekî de jî wiha dibêje: ′′Li gorî roja me ya îro, netewe û netewparêzî ji bo çareseriya civakî qîmeta wê nîne. Berovajî, pirsgirêk di bin netewe û mîlliyetparêziyê de têne nuxumandin û çareseriya wan tê zehmetkirin. Ya girîng, divê mirov van rastî û têgînên di tevahiya sedsala borî de jî cih negirtin wan li gorî rastiyên wan binirxîne û rave bike. Helwestên îdeolojîk û polîtîk ên tenê xwe dispêrin netewe û netewparêziyê dikarin rê li ber gelek şaşiyan vekin. Rola netewparêziyên xwe gîhandin şovenîzmê di şerên sedsala 19 û 20′î de li ber çavan e. Dîsa bi giştî netewparêziyên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî mîlliyetparêziya Ereb-Îsraîl a di polîtîkayê de tê bi karanîn, diyar e rê li ber çalakiyên çawa xwînrij, hêsrên çavan û êşên mezin vedike. Divê mirov di xebatên îdeolojîk û polîtîk de mîlliyetparêziyê hîç bi kar neyne û têgîna netew jî bi qasî ku bi kêra çareserkirina pirsgirêkên civakî were esas bibîne. Naxwe mîna li Ewropayê, wê li Rojhilata Navîn jî ji kûrkirina kaosê rê li ber ti encamê veneke.′′

Rêber Abdullah Ocalan demokratîkbûn û aştiyê wekî rêbaza çareserkirina pirsgirêka Ereb- Îsraîlê dinirxîne û wiha lê zêde dike: ′′Çareseriya pirsgirêka Ereb-Îsraîlê bi giranî bi xurtbûna demokratîkbûn û aştiya li herêmê dibe. Berovajî txmînan, eger were gotin bila berê pirsgirêka Îsraîl-Filîstînê çareserî bibe, xeter heye ku çareserî pêncî salên din paş ve were xistin. Ji ber ku di bingehê pirsgirêkê de dewlet û civaka Ereb a demokratîk nebûyî heye. Demokratîkbûyîn di herduyan de wê şert û mercên  aştiya Îsraîl-Filîstînê amade bike. Naxwe şerê Îsraîl-Filîstînê wê  avahî û zêhniyeta muhafezekar a di dewlet û civaka Ereb de – yên ji  pêşketina demokratîk, azadî û wekheviyê dûr – hîn xurtir bike. Mîna ku heta roja me ya îro xurt kiriye.′′