26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER li gund û taxan dê zarokan fêrî ziman bikin

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li Amedê xebatên ziman bi rê ve dibe, dê berê xwe dide gund û taxan û ji bo zarokan şahiyan li dar bixe. MED-DER der barê armanca vê bernameya gundan de peyamek da û bernameya xwe eşkere kir. MED-DER destnîşan kir ku ew ê bi piştgiriya saziyên çand û hunerê li gundan şahiyên zarokan li dar bixin. MED-DER’ê di peyamê de wiha got: “Armanca xebata me bal kişandina ser zimanê kurdî ye. Em dixwazin li gundan, li taxan zarokan fêrî zimanê kurdî bikin. Xebata me dê li çar gundên navçeyên Çinar, Gêl, Bismil û Farqînê bê kirin.”

Bernameya MED-DER’ê wiha ye:

* Di 1’ê tîrmehê de li Çinarê

* Di 2’yê tîrmehê de li Farqînê

* Di 3’yê tîrmehê de li Gêlê

* Di 4’ê tîrmehê de li Bismilê