27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meha Remezanê

Dildarê Amedê

Bawermendên hêja û bi rûmet maşala îsal rojî pir xweş derbas dibe, mirov bi xwe nahise hew te dît bû êvar. Mirov ne tî ne jî birçî dibe. Vaye nîvê rojiyê derbas bû hîna germahî nehatiye.  Bi rastî em îsal gelekî ji meha remezane razî û memnûn in. Min wiha got serpêhatiyeke Behlûlê Dîn hat bîra min. Ji xwe gelek serpêhatiyê vî karekterê hene û her gelekî li gorî xwe navek lê kiriye. Ereb dibêjin Ciha, tirk dibêjin Xoce Nasrettîn û kurd jî dibêje Behlûlê Dîn an jî Behlûlê birayê Harûn el Reşîd ku mirovekî qencê xwedê bû. Bi her halî em vegerin ser mijara xwe ku çîrokeke wî ya der barê meha remezanê de.

Tê gotin ku carekê mirovek ji Behlûl dipirse û dibêje; seyda em ji rojiya remezanê memnûnin gelo ew jî ji me memnûne? Belûl dibêje wele lî gorî ez dibînim ew ji me bêtir memnûne, ma ku ne wiha bûya dê çima her sal 10 rojan beriya wextê xwe bihata û bûbûya mêvanê me, heke ne memnûn bûya dê salekê nehatiba.

Piraniya zarokan jî wekî her carê dîsa her êvar ji dê û bavê xwe re dibêjin îşev me jî rakirin paşîvan em ê rojî bigirin, kesên ku bi ya wan dikin û wan radikin paşîvan ew heta nîvro dimînin û paşê dema çavên wan bi çilekiyekê dikeve difitirin. Min heta nîvro bi xwedê ne tenê zarok dê û bav jî heta piştî nîvro di xew de ne û heta ku radibin mala xwe didin ser hev û xwarina fitarê amade dikin ji xwe mele azan dide û dibe wextê fitarê.

Min behsa zarokan û rojiyê kir zaroktiya min hat bîra min. Di zaroktiya min de melayekî gundê me hebû, navê wî Mele Evdile bû. Ew mirovekî welatparêz û gelekî henekçî jî bû. Carekê min jî got min rakirin paşîvan û qaşo ez ê jî rojî bigirim. Min heta nîvro qedand lê ez hem tî û hem birçî bûm. Diya min rehma xwedê lê be tê derxist ku ez birçî bûme, rabû ji min re got; kurê min rojiya zarokan heta nîvro jî çêdibe sibe jî ewqasî bigire û paşê wê xalê te mele ji te re bi ser hev veke.

Min jî bi kêfxweşî zikê xwe da ber xwarinê û roja din jî wiha kir. Paşê ez çûm ba xalê Mele Evdile û min jê re got; xalê mele 2 rojê min heta nîvro qediyan û diya min got biçe bila xalê te mele wan bi hevre bidirû.

Xalê mele got tamam lê wiha nabe, divê tu biçî sênîkek mewîj bînî da ku ez rojiya te bi ser hev vekim. Ez vegeriyam malê û min sêniyeke mewîj bir ji mele re. Mele keniya û got tamam îca çêbû tu biçe ez ê rojiya te bi ser hev vekim.

Îca heke em vegerin ser pirsa xwe ya gelo Remezan jî ji me razî ye yan na, wê gavê divê em bala xwe bidin ser van tiştan. Rojî ne tenê parastina ji xwarin û vexwarinê ye. Heke em mafê xelkê bixwin, zilm û tadayê li xelkê bikin, em bi nebaşî ji mirovan xeber bidin, em tilêra zikê xwe têr bikin û cîranê me birçî be wê gavê em ne ji sibê heta êvarê lê em 30 rojî li ser hev jî xwarinê nexwin ew nabe rojî û nayê qebûlkirin. Kesên li gor wan şert û mercan rojiya xwe digirin, Xwedê rojiya we tevan qebûl bike û kesên zilm û zorê li mirovan dikin xwedê xêra rojiya wan bike ka û bi ser serê wan da bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê