26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Melodiya zimanê kurdî xweş e!

Di van salên dawîn de xebatên li ser zimanê kurdî yên ji bo ziman li cîhanê were naskirin her diçe zêde dibin. Yek ji van xebatan, a Danîel Delgado û Remzî Pamukçu ye ku çend roj berê xebateke wan bi navê Ferhenga Kurdî- Îspanyolî, Îspanyolî-Kurdî ji weşanên Darayê derket.

Der barê ferhenga Kurdî-Îspanyolî de em bi nivîskarê ferhengê Remzî Pamukçu re axivîn. Pamukçu diyar kir ku wan ev ferheng ji bo ku kurdek dema çû kîjan welatî zimanê xwe li dû xwe nehêle û kesên li Îspanyayê hînî kurdî bibin, amade kiriye û wiha got: “Ez ne nivîskar im. Tenê bi armanca zimanê dayika xwe ji bîr nekim, min hewl da ku xebateke bi vî rengî bi hevalê xwe Daniel re bikim.”

Remzî Pamukçu ji gundê Eyntirtê yê navçeya Gêl Amedê ye. Dibistana seretayî û navîn li Gêlê, dibistana amadeyî jî li Amedê xwendiye. Piştî dibistanê ji bo perwerdeya şanogeriyê berê xwe dide Stenbolê û li wir li ‘Tiyatroya Avestayê’ nêzî deh salan şanogeriyê dike û di gelek lîstikan (Bêkêr, Daf, Nora Nûrê hwd) de cih digire. Ligel şanoyê di hin fîlm û rêzefîlman de jî cih girtiye. Pamukçu di sala 2015’an de ji ber sedemên aborî berê xwe dide Arjantînê û ev pênç sal in li Arjantînê dijî.

Peyvên nû dinivîse

Pamukçu piştî ku diçe Arjantînê heta salekê ji bo ku zimanê îspanyolî hîn bibe dema ku peyvên nû dibihîze, nîşe digire. Her cara peyvên îspanyolî dinivîse ji bo jibîrnekirinê jî kurdiya wan li kêleka wan dinivîse. Her diçe peyv zêde dibin û di nav salakê de ferq dike ku bi hezaran peyv nivîsîne. Bi sedema ku hevalê wî Danîel Delgado jî xwestiye kurdî hîn bibe fikra derxistina ferhengekê pê re çêdibe. Li ser vê yekê jî bi hevalê xwe re mijara ku wek ferhenga Kurdî-Îspanyolî çê bikin, diaxive. Bi vî awayî  nêzî 2 salan bi hev re li ser vê xebatê dişixûlin.

Der barê mijarê de Remzî Pamukçu ev tişt got: “Karhevalê min (Delgado) jî dixwest hînî kurdî bibe, piştî demekê min ferq kir ku ferhenga kurmancî û îspanyolî nîne. Bi vî awayî jî me herduyan dest bi vê xebatê kir. Wî îspanyolî min kurdî, me fêrî hev kir. Destpêkê wek peyvên rojane bûn û piştre roj bi roj ev kar mezin bû. Wî ji min re peyv dişandin, min jî didîtin. Hefteyê 3-4 rojan ,rojê 4-5 seatan ez dixebitîm.”

Ji 15 hezar peyvan pêk tê

Remzî Pamukçu der barê pirtûkê de destnîşan kir ku ferheng ji 15 hezar û pênc peyvên kurdî û îspanyolî pêk tê û diyar kir ku ev ferheng bi armanca dema ku kurd diçin Îspanyayê yan jî kesên ji Îspanyayê dixwazin hînî zimanê kurdî bibin ev ferheng hatiye amadekirin û wiha domand: “Li ser axa me kurdan kesên bixwazin hînî îspanyolî bibin an jî yên bi îspanyolî diaxivin bixwazin hînî kurdî bibin ev ferheng bila bibe çavkaniyek. Daxwaza min ew e ku ev xebat, di pêşerojê  de bibe sedema  fêrbûna zimanê kurdî kesên dixwazin fêr bibin. Û ya din ji  bo ku zimanê kurdî li ser axên din jî bê nasîn.” Pamukçu bal kişand ser zehmetiyên di dema amadekirina ferhengê de û ev tişt anî ziman: “Li ser zimanê kurdî û îspanyolî kêmasiya çavkaniyan hebû. Tu kesê ku ez pê re der barê mijarê de bişêwirim tûne bû. Ev kar tenê bi hewldana min derket holê û bi rastî jî ez rastî tu çavkaniyan nehatim. Jixwe ev kar jî ji ber vê yekê derket.”

Dewlemendiya zimanê dayikê

Nivîskarê Ferhenga Kurdî-Îspanyolî Remzî Pamukçu di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dewlemendiya zimanê kurdî ku di dema xebatê de ferq kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ne pisporekî ziman im û ne nivîskar im. Ez ji diya xwe çi hîn bûbim min bi wî awayî li ber xwe da. Helbet vê xebatê nîşanî min da ku çiqas mirov li ser ziman hûr bibe ewqasî dewlemendiya zimanê xwe ferq dike. Bi rastî jî melodiya zimanê dayikê gelek xweş e.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê