4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Memê û Zînê

Emînê Evdal, Memê û Zînê zehf di cî de wekî Poêma Cimaeta Kurd bi nav kiriye. Wî ji lêkolîn, nivîs û bihîstinên xwe ev berhem bi qaydê û usûlên nezmê daye rûniştandin.

Lewre folklor û mîtolojiya rehên ziman û gelan in ku bi qasî geşbûna destan, efsane û çîrokê ew gelî dertêne ser rûyê erdê. Destana Memê Alan yek ji wan e ku rehên wê hezar sal in. Wekî di Şahnameya Kurdî de behsa Rustemê Zal bi çendîn cûreyan tê kirin, her wiha destana Memê Alan jî bi çend şiklan hatiye gotin û bi dengbêjkî jî hatiye stran. Her wiha di zargotina kurdan de nexasim Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl û helbet Qanatê Kurdo ev destan jî qeyd û zebt kirine çawa ku Roger Lescot ji çend dengbêjan heman destan derbasî nivîsê kiribû. Ehmedê Xanî yê direwşen, berhema Mem û Zîn li ser vê destanê bi cîhanbîniya xwe ava û ebedî kir.

Emînê Evdal, Memê û Zînê zehf di cî de wekî Poêma Cimaeta Kurd bi nav kiriye. Wî ji lêkolîn, nivîs û bihîstinên xwe ev berhem bi qaydê û usûlên nezmê daye rûniştandin. Emînê Evdal ê etnograf, pedagog, zana û helbestkar, li gel Heciyê Cindî ew pirtûka mezin, Folklora Kurmanca, ji havênê zargotina kurdî rakirine ser piyan. Lewma jî ev poêm, ev berhema han e nemir ji destê Emînê Evdal zehf rihet kamil bûye ku piştî deh salan xwe gîhandiye vî berî zimanê me yê qedîm. Ev pirtûka helbestan a Emînê Evdalê ya Memê û Zînê ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Bêguman her berhemeke kurdî di bingeha xwe de ji bo wêje û dîroka kurdî gelekî girîng e.