4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Îmraliyê û Komploya Navdewletî

Di 6’ê Sibatê de li Bakur gelê kurd ber bi Îmraliyê ve dimeşe. Divê hemû kurdistanî piştgiriyê  bidin vê meşê, tev lê bibin û nirxên xwe, destkeftiyên xwe bi serkeftinên nû mayînde û mezin bikin.

Kurdistan di pêngavek geleke girîng re derbas dibe. Pergala moderniteya kapîtalîst û bi taybetî Rojhilata Navîn demek e ketiye pêvajoya ji nû ve dîzaynkirinê. Di navenda vê guherînê de jî Kurdistan heye. Dîzayna niha bi Peymana Lozanê hate teşekirin. Di wê demê de civaka kurd di asteke apolîtîk de bû. Hêzên pêşengiya şerê rizgariya neteweyî bikin di asteke gelek qels û parçebûyî de bûn.

Ev yek jî bû sedem ku çarenûsa Kurdistanê li gorî berjewendiyên tirk, ereb û farsan bê destnîşankirin. Di vir de faktora herî mezin parçebûna hêzên kurdistanî bû û faktora duyemîn jî berjewendiyên hêzên hegemonîk bûn. Kurdistan û gelê kurd li ser axa xwe hate înkarkirin.

Dema daxwaza mafên xwe kir jî rastî komkujiyan hat. Netew dewletên dagirker qasî bi hêz bûn, ji bo cardin bi daxwazên neteweyî yên gelê kurd re rû bi rû nemînin polîtîkayên tevkujiyan meşandin. Bi fetisandina Komara Kurd a Mahabadê, tevkujiya Dêrsimê û belavkirina hêzên li Başûr gelê kurd anîn asta tenebûnê. Gelê kurd di encama komkijiyan de kete pêvajoyek kûr a bêdengiyê. Ev di heman demê de xewa mirinê bû.

Nişfên kurd ên bûne şahidê komkujiyan û polîtîkayên tunekirinê di asteke jor de baweriya xwe ji kurd û Kurdistanê birîn. Dagirkeran li aliyekî bi bertilên wekî statû û aborî, li aliyê din bi gefên tunebûnê beşek ji kurdan anî asta hevkarên xwe. Nifşên nû yên Kurdistanê jî bi çîrokên komkujî, girtin û mirinê yên kal û pîran mezin bûn. Tirsa komkujiyan a di dilê wan de derbasî mejiyê nifşên nû bû. Keleh û qereqolên tirsê di binhişê nifşên nû yên Kurdistanê de hatin avakirin. Ji bo jiyanê hevkarî wekî tekane rê li pêşiya nifşên nû yên kurd hate danîn. An dê ji bo statûyek, karmendiyek, berjewendiyeke aborî bibûna hevkarên dagirkeran an jî dê bi girtin, mirin û birçîbûnê re rû bi rû bimana. Ji ber kelehên tirsê yên di serê gelê kurd ê bindest de hatine çêkirin, “li Kurdistanê pelek jî nedihejiya”. Civakek ji xwedî derketina nasname, çand, ziman û axa xwe derbikeve derketibû holê. Rastiya kurd û Kurdistanê, hemû nirxên qedîm ên niştiman li ber mirinê bûn. Bêkes û bêxwedî. Netewdewletên dagirker êdî baş pê bawer bûbûn ku xeyala Kurdistanê jî kuştine.

Bayê li Kurdistanê rabû!

Di pêvajoyeke dagirker bi serkeftina xwe bawer û gelê kurd bê hêvî û bê hêz de bayek li Kurdistanê rabû. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li hemberî polîtîkayên tevkujiyê şerek dida destpêkirin. Şerê rizgariya neteweyî ya Kurdistanê dida destpêkirin. Di nav şert û mercên giran û bêderfetiyan de biryara meşandina doza gelekî li ber sekeratê bû. Astengiya herî mezin jî xwediyê civakeke dest ji hemû bawerî, îdîa û hêviya hebûnê berda bû. Ne civaka wî hêviya meşandin û serkeftina şerê rizgariya neteweyî dikir; ne jî dijminên wî bawer dikirin ku êdî bikaribe gelê kurd rake ser piyan. Tenê baweriya wî bi vê yekê hebû. Ji bo wê pênaseya, “Kurdistan mêtingeh e” kir û ket nav cenga azadiyê. Ji bo meşandina doza mezin bêwest û bêrawest xebitî. Ji bo doza Kurdistanê bimeşînin kes yek bi yek îkna kirin. Bi rojan, hefteyan, mehan û salan bi yek kesî rer mijûl bû ku tev li doza azadiyê bike. Kêlî bi kêlî riya azadiya gelê kurd û Kurdistanê honand. Ji her parçeyê welêt, ji her bawerî û çînê ciwan, jin, mêr, kal û pîranê kurdistanî li dora xwe kirin xelek.

Li aliyekê hezkerên doza welat mezin kir, li aliyê din zanebûna xwe ya li ser kes, welat, ax, rêxistin, artêş, bîrdozî û baweriyê zêde kir. Her du bi hev re wekî tevnekê raçand. Bi navê PKK’ê hemû bi yekdilî, yekraman û baweriyê li vî tevnî raçadin. Hîmekî ku tu carî têkçûnê, bêbaweriyê û bêhêvitiyê qebûl nake avêt. Hîmekî bikaribe xwe li hemberî hemû tofan û erdhejan bigire. Felsefeyeke li dijî hemû zilm, zordarî, bêderfetî û komkujiyan ji bilî serkeftinê ji serkeftinê pêvetir tiştekî qebûl nake afirand.

Bi tora rêxistinî ya avakirî tevn û felsefeya şerê rizgariya neteweyî li hemû gund, navçe, bajar, herêm û parçeyên Kurdistanê gerand. Heta dijmin pê hesiya ji kesayetên bêhêvî hêvîdar, ji komên bêbawer refên bi bawer, ji civaka li ber sekeratê gelekî têkoşer, ji axeke di bin piyên dagirkeran de qirêj dibe, welatekî piyên dijmin diweşitîne afirand. Ji koleyên ji bo xizmeta dagirkeriyê tên perwerdekirin, serê xwe li hemberî dijminan ditewîne artêşek li her derê derdikeve pêşiya dagirkeran û guleya li eniya dijminan dixe afirand. Ji kesên li hemberî dijmin nikarin hevokek ava bikin, kesayetên dagirkeriya dijmin li rûyê wan dixin û doza Kurdistanê wekî bilbilan li her derê dixwînin gihandin.

Teşedayîna hevsengiyên herêmê

Gelê kurd di bin pêşengiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de her roj zêdetir bi xwe bawer bû. Her roj zêdetir bi hêvî bû. Her roj zêdetir têkoşer û şerkar bû. Bû gule li Dihê, li Şemzînanê û piştre li hemû dol, newal, çiya, kuçe û kolanên welêt keleh û qereqolên tirsê yên di jêrhişa gelê kurd de hatine avakirin hilweşandin. Slogana, “Yên şer dikin azad dibin, ên azad dibin bedew dibin, ên bedew dibin tên hezkirin” li çar aliyên welêt di navbera gelê kurd de gur û geş bû. Qasî ku şer kirin ew qas azad bûn, qasî ku azad bûn ew qas bedew bûn, qasî ku bedew bûn ew qas ji hev hezkirin. Di encama vê yekê de jî bû artêş, bû rêxistin û bû gelek zana ku hevsengiyên herêmî û navdewletî teşe dike. Ji gelek kole gelek niha pêşengiya mirovahiya pêşverû dike, hêvî dide hemû gelan. Vê pêşketina bêhempa hemû xeyalên dagirkeran şikandin. Hêviyên wan di qirika wan de hiştin. Plan û polîtîkayên wan pûç û vala derxistin. Dagirkerên bi xwe bawer nezanîn ka dê çawa bikin. Bi awayekî bêhêvî hemû rêbazên girtin, kuştin, tunekirin, qetilkirin, komkujî û tevkujiyê xistin meriyetê. Lê li hemberî wan felsefeyek, “ji bilî serkeftinê tiştek din qebûl nake” hebû.

Di nav 50 salan de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi PKK’ê dengeyên dewletên dagirker û pergala navdewletî serobino kirin. Planên wan ên îmha û înkarê vala derxistin. Ji bo vê hêzên hegemon û dagirker li dijî Ocalan        bûn yek.

Bi Komployeke Navdewletî di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîl girtin. Ev 24 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê kirin. Bi destûr û piştgiriya dagirkeran Ocalan li vê giravê tê girtin. Hiqûqa gerdûnî, navdewletî; exlaqê mirovahiyê bi her awayî ve tê binpêkirin. Dagirkerî niha dixwaze tola hişyarbûna gelê kurd ji Ocalan bigire. Hêzên hegemonîk jî dixwazin tola têkbirina planên wan ên li ser gelan bigirin. Ji bo wê bi hev re êrîşî Ocalan dikin. Êrîşên paradîgmaya Ocalan a mizgîniya azadiyê dide gelê kurd û gelên bindest dikin. Êrîşî raman, rêxistin û kesayeta Ocalan dikin. Dixwazin bi êrîşên li ser kesayeta Ocalan, raman û paradîgmaya Ocalan bifetisînin.

Bedena xwe dan ber agir

Dagirker dixwazin cardin gelê kurd bînin asta 50 sal berê; gelekî tirsonek, bêhêvî, bêbawerî, bêhêz, bêmecal, bêîdîa, bêhezkirina niştiman, bênasname, bêziman û bênirx. Dixwazin bi êrîşên li ser Ocalan hemû nirxên afirandîn ji holê rakin. Cardin tunebûnê li ser Ocalan û gelê kurd û gelên bindest ferz bikin. Dixwazin gelê kurd cardin bikeve ber sekeratê, jar û reben bimîne ku koletiyê ji wan re bike. Ji ber ku gelê kurd rêxistin kiriye, bi vîn, bîr, bawerî û hêvî kiriye, aniye asteke şerkar, têkoşer û bi hêz, wekî mînaka rizgariyê daniye pêşiya hemû gelên bindest dixwazin tolê ji Ocalan bigirin. Bêwijdanî, bêdadî û hovîtiya wan teva ji ber vê yekê ye. Dagirkerên tirk ji Ocalan re wiha gotibûn: “Te ev bela berda serê me.” Hemû kîn û nefreta wan ew e ku tola guleyên Ocalan di mejiyê wan de simandî bigirin. Dizanin Ocalan îrade, hêvî û baweriya serkeftinê ya gelê kurd e. Qey dibêjin ku Ocalan ji civakê qut bikin, dê bikaribin qels bikin. Bandora Ocalan a li ser gelê kurd û gelên bindest tune bikin. Ji bo wê bi piştgiriya hêzên navdewletî û hegemonî hewil didin Komploya 15’ê Sibatê berdewam bikin.

Lê tiştekî ji bîr dikin heye. Ew jî bîr û hişmendiya gelê kurd e. Gelê kurd baş dizane ka Ocalan ji bo wî tê çi wateyê. Dizane ku dagirker ji bo gelê kurd tune bikin, berî her tiştî êrîşî pêşeng û rêberê wan kiriye. Ji Qeyakserê Medan Astiyag, heta Mîr Mihemed Paşa heta Şêx Seîd û Seyîd Riza dagirker dixwazin rêberê raperîn, serhildan û şoreşê tune bikin. Bi vî awayî dixwazin gel û rêber ji hev biqetînin. Piştre jî gel bi komkujiyê bêzar, bêmecal û tune bikin. Gelê kurd vê yekê baş dizane. Ji bo wê berî her tiştî xwedî li rêberê xwe derdikeve. Ligel hemû şert û mercan li dora wî dibe xelekek ji agir. Hemû bedelan digire ber çavên xwe û li Rêberê Gelan Ocalan xwedî derdikeve. Di dîrokê de mînakên nû yên cangorî û fedayîtiyê radixe ber çavan. Herî dawî li Mêrdînê Veysî Taş û li Amedê Mehmet Akar ji bo protestokirina tecrîda girankirî bedena xwe dan ber agir û li dora Ocalan bûn xelek. Di sala 1999’an de jî li dijî Komployê 66 kurdistanî li dora Ocalan bûbûn xelekeke ji agir. Di dema grevên birçîbûnê yên 2019’an de jî heft girtiyan li zindanên dagirkeran çalakiyên cangortiyê pêk anîbûn.

Girêdayîna bi Ocalan re

Ligel ku Rêberê Gelan Ocalan ramana xwe ya dijberî van çalakiyan gelek caran diyar kiriye jî kurdistanî ji bo girêdayîna xwe nîşan bidin û tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin, bedena xwe dişewitînin. Gelek kes an nikarin vê yekê fam bikin an jî naxwazin fam bikin. Tişta kurdistaniyan ber bi çalakiyê ve dibe gelek zelal e. Kurdistanî hebûna xwe di hebûna Ocalan de dibînin. Jiyana birûmet di hebûna Ocalan de dibînin. Ziman, çand, welat, hêvî, hezkirin û azadiya xwe di Ocalan de dibînin. Dizanin ku Ocalan jiyana birûmet nîşanî wan daye. Artêş, rêxistin, derfet û riya jiyana birûmet li pêşiya wan vekiriye. Dizanin talûkeya li ser Ocalan tê wateya talûkeya li ser welat, ziman, nasname, çand û civaka kurd û Kurdistanê. Dizanin ku Ocalan û ramana wî qels bibe dê komkujiyên dagirkeran cardin zêde bibin. Dizanin ku dê dagirker pêvajoya tevkujiya gelê kurd berfireh bikin. Dizanin ku ji hêla dagirkeran ve cardin bên kolekirin. Ji bo wê li hemberî êrîşên li ser Ocalan bedena xwe didin agir û li dora Ocalan dibin pêteke ji agir.

Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi milyonan kurd niha ji bo Ocalan li ser piyan in. Dagirker û hêzên hegemon çiqas dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, gelê kurd ew qas li dora Ocalan dibe xelek. Ji bo ku Ocalan kurdê azad e, kurdê têkoşer e, kurdê birûmet e, welatê azad e, jiyana birûmet e, xwedî nasname, çand, ziman û azadî bûn e. Ocalan azadî û Kurdistan bixwe ye. Kes nikare êdî vê rastiyê parçe bike. Gelê kurd û Kurdistan di şexsê Ocalan de bûye yek parçe. Ev yekîtî her roj axa Kurdistanê gav bi gav azad dike û pêşiya yekbûna Kurdistanê tîne. Gelê kurd êdî destûr nade ku Rêberê wan tenê bimîne. Ligel hemû bedelan jî bi israr di riya Rêberê xwe Ocalan de dimeşe. Tişta hemû polîtîka û hêviyên dagirkeran tune derdixe ev girêdayîna bi Ocalan re ye. Dagirker di sedsaliya Lozanê de dixwazin tevkujiya gelê kurd temam bikin.

Meşa Îmraliyê

Lê belê li hemberî van polîtîkayên wan gelek, artêşek, rêxistinek, hişmendiyeke wekî pola disekine. Ev berhema Ocalan afirandiye. Li hemberî rastiya Ocalan afirandî, pergala dagirkeran hildiweşe. Ji bo wê bi hêviya dawiyê tecrîdê giran dike. Gelê kurd ji bi aramanca darbeya dawî ya li hemberî vê pergala dagirkeriyê li her qadê ji bo Ocalan dimeşin. Di 6’ê Sibatê de li Bakur gelê kurd ber bi Îmraliyê ve dimeşe. Bi slogana, “Ji bo Çareseriyê Em Dimeşin Îmraliyê” ji Serhed û Botanê bi du baskana ber bi Îmraliyê ve dimeşe. Li Tirkiyeyê jî dê bi heman awayî ber bi Îmraliyê ve bimeşin. Di demeke ev qas krîtîk de Meşa Îmraliyê xwediyê wateyeke gelek girîng e. Peyama, “Hûn çi bikin jî em dest ji Rêberê xwe, nasname, ziman, hebûn û welatê xwe bernadin” e. Ji bo wê divê hemû Kurdistanî piştgirî bidin vê meşê, tev lê bibin û nirxên xwe, destkeftiyên xwe bi serkeftinên nû mayînde û mezin bikin.