10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêvanê qerejdaxê

Bavê Hotê

Berê di navbera sînorê serxet û binxetê de bazirganiya bi qaçaxî dihat dikirin. Gelek kesan di şevên tarî de bi hespan sînorê di navbera serxet û binxetê de derbas dikirin û ji vir ve tûtin, bastêq, mewîj û gelek tiştên din dibirin binxetê û ji wir ve jî benîştê daran, qumaş , kitan û hin tiştên din bi xwe re dianîn. Ev bazirganî di nava xelkê de wekî qaçaxçîtî dihat binavkirin û kesên ku ew kar dikirin jî navê wan qaçaxçî bû. Hecî Silêmanê Hezroyî jî yek ji wan qaçaxçiyên bi nav û deng bû.

Carekê Hecî Silêman dîsa barê xwe bar dike û ji Hezroyê berê xwe dide binxetê. Di rê de êvarê li gundekî, qerejdaxê dibe mêvanê gundiyekî. Di wê rojê de xwazgîniyên keça mazûvanê wî jî tên.

Mêvan ji xwe re li bazara wan qelen temaşe dike û matmayî dimîne. Ji bo qelen behsa 100 pez û kavir û gelek tiştên din dikin. Bi şev hecî Silêman dixwaze derkeve destavê lê dema derdikeve devê derî dibîne kûçikek wekî hirçekî li ber derî ye û dema wî dibîne dike ime im.

Hecî ditirse û xwe bi paş ve dide. Binefşê (Keça malê) jî li derve destek meyir daniye ser agir û li ber tifkê rûniştiye. Dema dibîne ku mêvanê wan newêre derkeve derve jê dipirse: Xêre xalo tu çima dernakevî derve. Hecî dibêje weleh ez ji vî kûçikê we ditirsim. Ew keça bejin bilind û bihêz hema radihêje kûçik û wî dixe hewşê nava pez.

Hecî êdî bêtirs derdikeve û wiha dipirse: Xêre ji êvarê de behsa qelen û sed pezî û kaviran dikin ew hatine kê bixwazin?

Binefşê dibêje: Ew xwaziyê min in û behsa qelenê min dikin.

Hecî Silêman: Welehî li ba me, li Hezroyê 100 pez qelenê 5 jinan e.

Binefşê jî wiha bersiva wî dide û dibêje; Bibore xalo, lê jina ku bi wî qelenî hûn tînin wê zarokên wekî te tirsonek ji wan re çêbibin ku ji tirsa kûçikekî re newêrin herin destava xwe bikin.