2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeyeke Belçîkayê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê bi serokatiya nûnerê Belçîkayê yê taybet bo Sûriyê û balyozê wê yê Libnanê Hubert Cormann serdana Meclisa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê kir. Di hevdîtinê de çareseriya siyasî li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ya bi hejmar 2254’an, hate nîqaşkirin

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweser, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Elî Giûd û cîgira Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Îlham Metlî pêşwaziya şandeya Belçîkayê kir.

Herdu aliyan gelek mijarên hevpar wekî çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ya 2254’an ku desteya bilind a dan û standinan û komîteya destûrê di ber çavan re derbas bikin da ku tevahî gelê Sûriyê tevî hemû pêkhateyên wê û bi taybet Kurdan temsîl bike. Her wiha  gef û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa aborî, mirovî û rewşa kampan û koçberan nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de Nezîra Gewriyê behsa sîstema Rêveberiya Xweser û xebatçên saziyên wê kir, çawa ew hewl didin rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriye tevî astengiyên aborî û ewlehiyê bi pêş bixin.

Serokê şandeya Belçîkayê Huber Cormann piştrast kir ku welatê wî piştgiriya çareseriya siyasî ya giştî ku tevahî pêkhateyên siyasî û civakî ya gelê Sûriyê dihewîne û li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an, dike. Her wiha bal kişand ser rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) da a di têkbirina DAIŞ’ê de û parastina ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.