18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexdûrên zarok ên erdhejê li ku ne?

Di 6’ê sibatê de li Mereşê du erdhejên dijwar çêbûn û bandor li 10 bajaran kir. Piştî erdhejan bi 10 hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û bi sedhezaran kes jî birîndar bû. Piştî erdheja dijwar ji gelek deveran gel ji bo alîkariyê li hev civiya û bi dildarî kete nav kar û xebatên xilaskirina jiyana kesên di bin kavilên avahiyan de mane.

Di vê sir û seqemê de bi sed hezaran kesên mexdûr hene ku niha bê mal mane. Erdhejê herî zêde bandoreke neyînî li ser jin û zarokan kiriye. Ligel gelek saziyên sivil ên li heremên erdhêjê xebat dimeşinin li Amedê jî bi tevlêbûna zêdetirî 80 saziyên sivîl maseya krîzê hate avakirin. Ev maseya krîzê bi karbeşî û sistematîk karê xwe dimeşînin. Ji van beşan yek jê Navenda Mafên Zarokan e.

Seroka Navenda Mafên Zarokan parêzer Hûriye Hamidî der barê xebatên xwe û rewşa mexdûrên erdhejê yên zarokan de bi rojnameya me re axivî. Parêzer Hamidî diyar kir ku  ji 2018’an heta niha tora xebatên wan ên der barê zarokan hene. Parêzer Hamidî got ku di destpêka erdhejê de çend saziyên ku di vê torê de cih digirtin hatin cem hev û bi lezgînî  rêvebiriya tora krîza/parastina mafê zarokan ava kir û wiha axivî: “Di vir de armanc zarokên ku ji erdhêjê bandor bûne re mudaheleyên rast were kirin û pêşiya binpêkirina mafên wan bê girtin. Di qadên konên komî de me lêkolîn kir. Me li van qadan li ser kêmasî û binpêkirinên mafên zarokan xebat meşand û faliyetên xwe yên lêkolînê temam kir. Di çarçoveya lêkolînan de rasterast em bi zarokan re axivîn, piştre jî bi berpirsyarên qadê û bi AFAD’ê re hevdîtinan pêk anî.”

Alîkariya derûnî nadin zarokên girtî

Hamidî anî ziman ku weke Navenda Mafên Zarokan hevdîtineke bi Girtîgeha Zarokan a Amedê re hevdîtin kirine û di der  barê vê de wiha got: “Me bi rêveberiya Girtîgeha Zarokan a Amedê re hevdîtinek pêk anî. Rewşa zarokên girtî û hewcedariyên wan pirsî. Lê mixabin em fêrbûn ku beriya erdhejê rewş çawa be heman tişt berdewan dike. Bi tu awayî zarok piştgiriyeke psîko-sosyal nagirin û ji bo ku vê pêvajoya xeternak derbas bikin tu xebat nehatiye meşandin.”

Piştî erdheja çêbûyî têkildarî zarokan gelek agahiyên nerast derketin holê, ev yek bandoreke neyînî li ser zarokan çêkir û hîn jî gelek zarok negihiştine malbatên xwe. Ji bo dozên zarokên winda Hamidî ev tişt w anî ziman: “Dozên zarokên winda berdewam in. Gelek angaşt hatin rojevê û em bixwe jî şopdarên van angaştan in û li ser rastiya wan lêkokolînê dikin. Lê heta niha tu dozeke zarokên winda negihîştiye ber destên me. Angaştên bi wan rengan li heremên ku ji erdhejê bandor bûne gelek in. Divê Wezareta Xizmeta Malbat û Civakê rewşa zarokan rastî bi gel re parve bike û pêşî li agahiyên nerast bigire. Lewra gelê vî welatî di erdhejên mezin ên berê weke erdhêjên 1999’an Xerpêt, Wan û hwd. de ev pratikên zarokên windayî tecrûbe kirin. Em jî dibinin ku di wan deman de dozên zarokên windayî gelek zêde bûne.”

Divê zarokan radestî malbatan bikin

Hamidî bang li Wezareta Xizmeta Malbat û Civakê kir û wiha got: “Divê Wezareta Xizmeta Malbat û Civakê rewşê rasterast bi raya giştî re parve bike. Li gorî normalîteyê divê ew zarokên ku di bin kavilan de tên derxistin ango di nexweşxaneyê de tên tedawîkirin di serî de nûnerê wî/wê yê qanûnî bê tespîtkirin û ji xeynî nûnerê wî/wê yê qanûnî pêve nedin tu kesî. Divê Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Xizmeta Malbat û Civakê û hêzên hêzên ewlehiyê bi hev re bixebitin ku ev zarok demildest bigîhijin malbat û xizmên xwe.”

Hamidî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rêbazên xebatên şaş û ev hişyarî kir: “Bi taybetî rêbazeke ku bi mercên civakî navê zarokan û yên ku li nexweşxaneyê ne tên parvekirin. Li ser van parvekirinan lêgerîn tên kirin. Bi me ev rêbaz ne rêbazeke rast e lewra bi vê rêbazê jiyana kesan dikeve xetereyê. Di nav vê krîzê de û di vê rewşa ku zarokan hê şoqa erdhejê ser xwe neavêtî de dayîna wan a malbatên parazvan ne tişteke rast e. Lewra rewş niha hemû tev li hev e, zagahiyên nerast di rojevê de gelek in. Berî her tiştî divê ev zarok  bikevin lênêrîna sazûmanî û piştre ew zarokên ku bê kes mane bi rêbazeke rast dikarin bidin malbatên parazvan. Ev di qanûnê de heye lê niha ji bo vê hê pir zû ye lewre zêde zêde agahiyên qirêj hene û hê jî rastî bi raya giştî re nehatiye parvekirin.”

Hamidî anî ziman ku wan gelek lêkolîn kirine û serî gelek saziyên fermî dane. Hamidî dazanîn ku di çarçoveya xebatên xwe de raporek amade kirine û wê radestî saziyên eleqedar bikin.