27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Michael Rubin: Divê Ewropa û Amerîka bêdeng nebin

Li gorî raporeke nû ya lêgervanê ya giştî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentegon) ya beriya çend rojan, Tirkiye hîn jî navendeke herêmî ya derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ye.

Li gorî heman raporê, fermandariya Ewropa-Amerîkayê, Tirkiyeyê wekî “navenda sereke ya hêsankirina derbasbûna DAIŞ`ê” bi nav kir û wiha got: “Tevî keda hevbeş a Sûriye-Iraqê li ser erdê jî, hîn pirsgirêka ewlehiya sînorên başûrê Tirkiyeyê yên bi her du welatan re heye.”

Di demên dawîn de rexne û tawanbariyên dewletên rojavayî ji bo dewleta tirk ên der barê piştgiriya komên terorîst li Sûriyeyê de, zêde bûn.

Li dijî Ewropayê şantaj dike

Girêdayî mijarê, berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin ji ANHA`yê re got: “Bi rastî, ez ji wê yekê zêde hêvî nakim. Ji ber ku Ewropa li hemberî gefên Erdogan ku her tim koçberan wekî kaxizekî şantajê bi kar tîne, lawaz e.” Rubin wiha lê zêde kir: “Erdogan her demê nîşan dide ku dikare Trump kontrol bike.”

Rubin diyar kir ku tekane rêbaz ji bo hesabxwestina ji Tirkiyeyê ew e ku Ewropa darbeyekê li Tirkiyê bide û wiha got: “Ji bo darbe bihêztir be, divê Yekitiya Ewropayê (YE) yekser ketina balafirên Tirkiyeyê ji balafirgehên xwe re qedexe bike û hemû rêwîtiyên asîmanî yên ber bi peravên deryaya Egeyê û deryaya Spî ve, rawestîne.”

Nakokiya li Pentagonê

Rubin di dewama nirxandina xwe de ev tişt aşkera kir: “Li gorî raporê, Wezareta Derve ya Amerîkayê Tirkiyê wekî hevalbendekî dibîne ku Pentagon li ser wê yekê bi Amerîkayê re li hev nake.”

Rubin wiha domand: “Wezareta Derve ya Amerîkayê siyaseta derve ya dawî ya Amerîkayê temsîl nake. Heke Wezareta derve û Pentagon li hev nekin wê demê dê koşka Spî wekî dadmend destwerdanê bike.”

‘Divê kurd zextê bikin’

Girêdayî stresa di navbera Amerîka-Tirkiyeyê de û ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyeyê, Rubin wiha got: “Ez bawer im ku Washington dê cezayan li Enqereyê bibire. Lê belê dê wê yekê wekî refleksekê li dijî têkiliya Tirkiyeyê bi Rûsyayê re bike ne ji bo tiştekî din. Lewra ji bo cezakirina Tirkiyeyê, divê kurd zextê bikin.”