26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Krîza li rojhilatê deryaya Spî kûr dibe

Piştî vegera keştiyên lêgerîna li petrolê yên Tirkiyeyê bo rojhilatê deriyaya Spî ji gelek aliyan ve nerazîbûn çêbûn. Di serî de Yewnanistan û Fransayê gelek welatan nerazîbûna xwe  aşkera kir. Li ser daxwaza Yewnanistan û Fransayê dê li Brukselê civînek di navbera welatên Yekitiya Ewrpayê (YE) de were lidarxistin. Wezîrên karên derve yên Ewropayê de di vê civînê de, dê li ser metirsiya pêşketinên leşkerî were rawestandin. Bi taybetî piştî ku keştiyên Yewnanistan û Tirkiyeyê li herêma binakok a di navbera her du welatan de hatin pêşberî hev. Her wiha di encamê de Yewnanistanê asta hişyariya xwe ya leşkerî bilind kir û Fransayê jî hin hêzên xwe yên taybet ji bo piştgiriya Yewnanistanê şandin Qibrisê.

Der barê mijarê de serokê Fransayê Emanuel Macron got ku ew ji van tevgerên hikûmeta tirk ên yekalî bi fikar in û divê rêyeke çareseriyê were dîtin. Fransa wekî din jî di encama peymaneke leşkerî de ya bi Qibrisê re, 2 balafirên xwe yên şer şandin baregeheke Qibrisê. Her wiha Yewnanistan û Amerîkayê jî li Viyanayê ji bo vê mijarê li hev civiyan, ji bo nîqaşên der barê gavên ku dê werin avêtin û lêgerîna li rêyên çarseriyeke dîplomatîk di navbera her du welatan de. Çav li rê ye ku piştî wê di dawiya vê mehê de li Berlînê civîneke berfireh bê lidarxistin û li riyên çareseriyeke aştiyane bigerin.