spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min xwest bibim pirek di navbera zaravayê kurdî de

Nivîskar û wergêr Muhsîn Ozdemîr bi wergerên xwe yên helbestên ji zimanê farisî yên Furûx Ferroxzadê û Sohrab Sepehrî, her wiha romana Sadiq Hidayet a bi navê Bûmê Kor hat nasîn. Her wiha we navê wî ji veguhestina helbestên Şêrko Bêkes ji zaravayê soranî bo kurmancî jî bihîstiye. Ji bo em Muhsîn Ozdemîr bêtir nas bikin, me ji bo we xwînerên Xwebûnê ev sohbet pê re kir.

Navê Muhsîn Ozdemîr ji nivîskariyê bêtir bi wergerê derdikeve pêş. Çi bû sedem tu dest bi karê wergerê bikî, her wiha bi te girîngiya wergera ji zimanekî din bo kurdî çi ye?

Di serî de spasiya xwe arasteyî rojnameya Xwebûnê dikim, ev eleqemendî nîşanî min dan ku vê hevpevînê bikim.

Helbet berî ku dest bi wergerê bikim, di serê min de planin hebûn ku hin serhatiyên xwe bi kurdî binivîsim. Min dixwest hin kêliyên dîrokî yên di jiyana min de, wek belge bimînin. Ji ber ku ew serhatî ne yên min tenê bûn, bi xwe re hezaran kes têkildar dikirin lê rewşa min a tenduristî, fikara mirineke nişkegavî her li ber çavê min bû. Ji ber wê, bi qasî mehekê li zindana Licê ya Amedê min romana serhatiya xwe ya bi navê ‘Sê Tilîlî’ nivîsand, li ser hesabê ku piştî mirina min were weşandin.

Xweşbextane, piştî derketina ji zindanê hino hino min ev fikar deralî kirin û ketim nav lêgerînan.

Di serî de min dixwest hin gotar binivîsim têkildarî vebîra/hafizeya kurdî. Di hin rojname û kovarên xwecihî yên Êlihê de min gelek gotarên têkildarî çand-vebîra kurd, carna bi tirkî, bi piranî jî bi kurdî nivîsandin. Di vê navê de jî min gelek pirtûk xwendin û gelek jî nivîskar şopandin. Derfet çêbûn bi rêya înternetê gelek nivîskar û şairên îranî jî bixwînim. Her wiha gelek berhemên bi zaravayê kurdî-soranî jî. Berê, bi salan li îranê, di zindanan de mabûm, bi fermî jî min farisî xwendibû, soranî jî min dizanî. Min di zindana îranê de gelek berhemên farsî xwendibûn, gelek berhemên ku hatibûn wergerandin ser zimanê farisî jî li wir min xwendibûn. Wexta ku li Tirkiyeyê min hin berhemên ji farsî hatine wergerandin xwendin, bi yên farisî re berawird kir, min dît ku zêde tahmsar dibe. Her wiha min didît ku gelek qalibên zimanê kurdî di nav risteyên farisî de jî veşartî ne. Di wê baweriyê de bûm ku kurdî pir şîrîntir e, tahma wê cuda ye. Min dil kir, dest bi wergerê bikim.

Te çi hewcedarî pê dît ku ji zaravayê soranî (veguhêzî) kurmancî?

Bi qasî ku min xwendî û pê dizanim, piraniya şair û nivîskarên me yên navdar jî ev kar kiribûn. Ji Mîr Celadet bigire heta Hejar Mukriyanî. Bi taybetî jî Hejar Mukriyanî bala min dikişand. Min ji xwe re digot, çima pêwîst dît Mem û Zîn a Ehmedê Xanî wergerîne ser zaravayê Soranî (bi gotina wî Mukriyanî). Nexwe wî jî didît, her ku wext derbaz dibe, di nav şertên ku Kurdistan dabeş bûye de, hino hino dîalektên kurdî jî yan wê têk biçin, yan jî wek zimanekî serbixwe li wan bê. Bi xeyala ku bibim pirek di navbera zaravayên kurdî de, min wergerandina-kurmancîkirina zaravayê kurdî-soranî jî ji xwe re kir armanc. Helbet ne tenê ev, gelek berhemên giranbuha yên kurdî, bi zaravayê soranî hatibûn lêkirin, li bakur jî tenê hin rewşenbîr ji vê haydar bûn, tew li bakur meyla xwendinê ber bi berhemên rûsî û rojavayî bûn, yan jî yên tirkî. Ji ber vê min xwest ji hin helbestkarên mezin ên bi zaravayê soranî dinivîsin dest pê bikim. Car hebû, min helbesteke wan werdigerand, yan jiyannameya şairekî di kovar an rojnameyan de belav dikir; car hebû me berhemên wan jî wek pirtûk amade kirin. Îro bi sed hezaran kurmancîaxêv Şêrko nas dikin, dixwînin an dizanin. Di vir de helbet bandora me jî ne hindik e. Çendîn mînakê din jî dikarim bidim…. Îro ro sedan xwendevanên kurd ên bakur dixwazin, xwe hînî soranî bikin, bi akademîkî tev bigerin. Her wiha ên soranîaxêvên başûrê Kurdistanê jî wisa. Tezên bi dehan kesên li Bakur dixwînin, min raçavkirine ku li ser şairên Başûr, bi kurmancî amade kirine.

Ji nav helbesta Îranê çima wergera helbestên Sohrap Sepehrî?

Helbet gelek sedemên xwe hene lê ya herî zêde hişt ku Sohrab hilbijêrim. Têkiliya wî ya bi xwezayê re bû, bêyî ku têkildarî siyasetê bibe, yan tevlî bibe, kariye keleheke ewqasî mezin lê bike ku tebarek be. Dîmeneke pir hêsan û sade jî karî watedar bike û xweşkahiyekê bide jiyanê. Bi xwezayê re xweşbêj bû û pê re dijiya. Jiyana min jî hema hema çend salên dibistana navendî û amedehî nebin, tim di nav dehl û diriyan de bû. Hê jî li bajaran xerîb im di bajaran de. Bi Sohrab re min xwe di her quncikê xwezayê de û xwezayî didît.

Di wêjeya Îranê de bi rastî jî helbestvanên wek Furûx û Sohrab mohra xwe li helbesta Îranê dane. Piştî te werger qedand herî zêde kîjan aliyê Sohrap Sepehrî an jî kîjan helbesta wî bala te kişand, çima?

Helbet bi kurmancî, cara yekem wek pirtûk min berhemên Sohrab û Furûx wergerandin. Di serî de ji her duyan min, berhemek wan hilbijart ji bo weşandinê. Ya Sohrab ‘Dengvedana lingê avê’ (Dengê lingê avê), ya Furûx jî berhema wê ya nîvrê mayî ‘Em baweriyê bi destpêka demsala sar bînin’ bi mamoste Cewad Pale re me wergerand. Piştre bi vê têr nebûm, min dubare hemû berhemên Furûx û Sohrab wergerandin. Ya Furûx, çend sal berê çap bû, ya Sohrab jî îsal bû nesîb. Helbet herî zêde çemhelbesta wî ya ‘Dengê lingê avê’ gelek bandor li min kiriye. Wexta di zindana Îranê de bûm, hevalekî min bi devkî ji wê çemhelbestê çend riste ji min re gotibûn, min ji ber kiribû, digot ev helbest di welatê şair bi xwe de qedexe ye. Wisa di serê de min de mabû. Jixwe min bi wê çemhelbestê dest bi wergerê kir. Çend ji wan risteyên ku ji ber dizanim;

Ez nizanim

Ku çima dibêjin hesp heywanek esîl e

Kevok xweşik e

Çima di qefesa kesî de sîsyarek tune ye

Gulnefelê çi ya xwe kêm e ji alaleya sor

Çav divê werin şûştin şêweyek din bê dîtin

Bêje divê bêne şûştin

Bêje divê ba bixwe bêje divê baran bixwe be

Werger karekî zehmet e, bi taybetî jî dema ku helbest be, te gelek helbestên farisî wergerandine kurdî. Zehmetî û pirsgirêkên derdiketin pêşiya te çi bûn?

Vê jî em bêjin, min ne tenê helbest wergerandine, her weha min hin berhemên Sadiq Hidayet jî di nav de gelek berhemên din ên nehatine weşandin jî û gelek gotarên akademîk jî wergerandine.

Di wergerandina pexşanan de kêm zêde rêyek heye mirov kevanekekê veke, yan têbîniyekê deyne ku mijarê rabigihîne. Di wergera helbestê te, car heye, mirov dieliqe, hin riste û newa û deng hene ku tenê di zimanê wî miletî de tahma wê heye û watedar e, wexta tê wergerandin jî weke ku mirov gunehek kiribe. Diviyabû em vî gunehî bikin; dizanim helbestwergerandin zehmet e, hin dibêjin xiyanet e lê min kir. Bila be. Min kurmancîze kir. Dibe ku îtiraz jî hebin, mafê wan e lê heta ku vî mafî berovajî biparêzin dê şairên xwe yên bi zaravayên din ên kurdî û şairên din ên dinyayê jî di welatê me de biyanî bihêlin. Ji ber wê min gotibû, Şêrko êdî di kurmancî de ne ‘bêkes’ e. Şairên din ê îranî jî êdî bi kurmancî ne.

Tu di wergerê xwe de çi rêbazê bi kar tînî?

Wisa bêjim ku rêbazeke min a standart heye û li gor wan pîvanan tev digerim, ne rast e. Helbet kêm û zêde min hay ji hin teknîk û rêbazan heye. Wergerên ku dikim tenê ne helbest û pexşanên wêjeyî ne; carna yên zanistî ne, carna yên bijîşkî ne, carna jî yên reklam û daxuyaniyan in. Li gorî mijarê hin pîvan û rêbaz tên guhertin ku hetanî çi radeyê dikarim xwedî înîsiyatîf bim. Ji ber vê mebestê, min berhema zimannas û dîroknasê navbang ê kurd Cemal Nebez a bi navê “Wergerandin Huner e” wergerand ser zaravayê kurmancî ku di sala 1954’an de amade kiribû.

Ji bilî rêbazên wergerê, li ser gotinên qalibî pir hişyar im. Ji ber ku gotinên qalibî, hem di piraniya zaravayên kurdî de û farisî de jî zêde li pêş in. Car heye li hember qalibên wan, kurmanciya wan nabînim, mecbûr dimînim, şîrove deynim. Helbet ev mijarek berfereh e. Bi qasî pirtûkekê jî hêjayî nirxandinê ye. Heta ku ji me bê, wergerê, ne wek pîşe, wek huner bi kar bînin.

Wekî min bihîst ji bilî farisî û soranî haya te ji zaravayê goranî jî heye. Gelo di vê derbarê de ti plan û projeyeke te heye?

Zaravayê Goranî ku kevintirîn zaravayê kurdî dixuyê, yê herî nêzî zimanê avestayî ev zarava ye. Di wergerandina dîroka Hewramanê de, bi ser gelek agahiyan ve bûm ku sedan salan ev zarava di piraniya Kurdistanê de wek zimanê fermî bûye, lê mixabin, îro belkî ji çend gundan zêdetir pê nayê axaftin; Hewramî yan dirêjahiya wê ye, yan jî beşek jê. Dîsa di wergerandina hin berheman de rastî gelek têgînan dihatim. Min didît piraniya van têgînan vedigerin ser zaravayê Goranî. Van heyamên dawiyê, ji min re hat raspaspartin ku beşek ji pirtûka pîroz Serencamê bi latînî binivîsim. Min gelekî serê xwe pê re êşand. Gihiştim wê astê ku sedî not ji wate û dengê Goranî fêhm bikim. Helbet wek xebateke hevbeş-desteyî, bi alîkariya hevalên goranîaxêv, ev berhem wê bi raçavkirina min, ji çapê re amade bibe.

Wek proje, vêga tam nebêjim, lê berhem û çavkaniyên têkildar bi çanda me ya kevnar a li ser Hewramanê hatine amadekirin. Tenê maye li ser peymanê ku dest bi wergera wan ji bo kurmancî bikim.

Muhsîn Ozdemîr kî ye?

Di sala 1970’yî de li gundê Zivinga Şikakan a girêdayî Findika Botanê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Zivinga Şikakan xwendiye. Dibistana navîn û amadehiyê li bajarê Wanê qedandiye. Ji ber sedemên siyasî bi salan li derveyî welêt maye. Di sala 2003’yan de li Ûrmiyê hatiye girtin. Di dibistana zindanê de fêrî zimanê farisî bûye. Gelek berhem ji zimanê farisî û zaravayê soranî wergerandine kurmancî.